Êrîşên dagirkeriya qirker didomin
În 25 Cotmeh 2024 - 16:30
- Êrişên dagirkeriya qirker ên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahiya şevê de domiyan. Di êrişan de zarokek hate şehîd bû û gelek kes birîndar bûn. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand li dijî êrîşan ew ê parastina xakê û gel bikin.
Êrişên dagirkeriya qirker ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta Tirk şevê din bi SÎHA’yan êrişî embarên genim ên li gundê Rovî yê Kobanê kir. Di êrişê de 7 karker birîndar bûn. Diyar bû ku karkerên birîndar ên bi navên Ebdureûf Mehmûd El Mihemed, Îbrahîm Mehmûd El Mihemed, Cîhad Cûma El Mihemed, Ehmed Mehmûd El Mihemed, Ebdelî Mihemed, Elawî El Hisên El Ero û Mihemed Silêman Skêfî rakirin nexweşxaneyê.
Bombebarana li dijî Kobanê berdewam e. Di encama êrişa li dijî Minbicê de jî zarokek hate şehîd bû û 2 zarok jî birîndar bûn.
Di êrişa dewleta Tirkde ya li dijî gundê Bineye yê Minbicê de jî heman malbatê zarokê 11 salî Ferha Alberho hate qetilkirin, Semîr Alberho ê 8 salî û Ebdulrehman Alberho yê 13 salî jî birîndar bûn. Zarokên birîndar li Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê tên tedawîkirin.
Navenda Qamişlo hate bombekirin
Dewleta Tirk di saetên serê sibehê de jî 4 caran bi SÎHA’yan êrişî du noqteyên li navenda bajarê Qamişloyê kir. Piştî êrişa li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li herêma Sinaayê, îcar jî avahiya Şîrketa Satkopê ya li Taxa Qenatsiwêsê hate bombebarankirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Şengal 16 caran hate bombekirin
Her wiha hate ragihandin ku nîvê şevê 10 herêmên Şengalê herî kêm 16 caran hatin bombekirin. Li gorî agahiyên destpêkê herêmên ku hatine bombekirin bi vî rengî ne:
– Çil Mêra û Amûd: 4 caran
– Girê Şehîd Şengal (Navenda Şengalê): 2 caran
– Sikêniyê: Carekê
– Girê Şehîd Sîpan: Carekê
– Taxa Hey Nasir: Carekê
– Sîba Şêx Xidir: 2 caran
– Xeta Ereban: 4 caran
– Geliyê Şilo: Carekê
Karkerek şehîd bû û 8 birîndar bûn
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane yên sîstematîk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Dewleta dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek û topan gelek qadên sivîlan kirin armanc. Li bajarê Kobanê hola Firat, benda kontrolê ya Cerablus a hêzên me, aşê Kobanê, stadyuma Kobanê û nexweşxaneya Emel bombebaran kirin.
Her wiha embara genim a li Kobanê jî hat hedefkirin û di encamê de karkerek şehîd bû û 8 karker birîndar bûn. Li herêma Dêrikê jî benda kontrolê ya hêzên me û li Minbicê jî gundê Mihsenlî, deriyê Ewn Dadat ên di bin kontrola hêzên me de hatin hedefkirin.
Em teqez dikin ku êrişên domdar ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan dixin metirsiyê. Em ê erka xwe ya parastina gelê xwe û ewehiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomînin."
Encama êrîşên 24 saetên pêşî
Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya vê daxuyaniyê jî encama êrîşên 24 saetan ragiandibû û gotibû, di encama êrîşan de 2 jê zarok 12 welatî şehîd bûne û yek ji wan zarokek 3 salî, 27 welatî birîndar bûne. ANHA