Qada esmanî li balafirên Tirk bigirin

Yekşem 27 Cotmeh 2024 - 17:15

  • Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li Başûr, li gel Eniya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dijî êrîşên terorî yên Tirk ên li ser qadên civakî helwest nîşan dan, diyar kirin armanc hilweşandina Rêveberiya Xweser e û bang li Hêzên Hevpeyman kirin ku qada esmanî ya Rêveberiyê li balafirên şer ên Tirk bigirin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriye ya li Silêmaniyê, derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê  daxuyaniyek da. Daxuyanî bi navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser û Eniya Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re hat dayîn.

Armanc hilweşandina Rêveberiya Xweser e

Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fethulah Hisên hedefa êrîşên Tirk nîşan da û got,’’Santralên avê, neftê, elektrîk û jêrxana aborî dikin hedef. Ev êriş ji ber bêdengiya navdewletî pêk tên. Armanca dewleta Tirk hilweşandina rêveberiya xweser e, ji ber ku naxwaze gelê Kurd xwedî îrade be. Dewleta Tirk bi êrişan hewl dide xelkê deverê koçber bibe.”

Bang li Hêzên Hevpayman

Fethulah Hisên anî zimên êrîşên Tirk li herêmê metirsiyan tîne û got,“Em bang li hêzên hevpeyman dikin ku pêşî li van êrişan bigre û asîmanê Rojava li pêş firîna balafirên şer ên Tirkiye bigre. Dewleta Tirk li ser tevayî herêmê metirsiyê çêdike. Ji berku dixwaze carek din DAIŞ’ê zindî bike.”

Dixwazin jiyanê rawestînin

Bi navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser û Eniya Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re, Şoreş Xidir jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin û hate gotin: “Dewleta Tirk dixwaze jiyanê li Rojavayê Kurdistanê bide sekinandin. Bi vê armancê cihên sivîlan, xizmetguzarî û ewlehiyê tên hedef girtin. Ji ber van êrişan 17 kes şehîd û 65 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan sivîl in.” Her wiha ji Rusya û hêzên hevpeymaniya navdewletî hat xwestin pêşî li êrişên dewleta Tirk bigirin  daku carek din ev êriş dubare nebin.

Qada ezmanî bigirin

Herî dawî wiha hate gotin: “Em piştgiriyê didin banga Rêveberiya Xweser a ji bo herêma li dijî firînê. Her wiha em daxwazê ji aliyên siyasî yên Kurdistanê, rêxistina civak sivîl û mafê mirov dikîn ku li dijî êrişên qirkirinê helwestek zelal nîşandin. Dewleta Tirk dixwaze Misaqî Milî zindî bike, îro êrişî ser Rojava dike, wê sibe êrişê ser Başûrê Kurdistanê jî bike.” ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.