Nirxên girîng afirandin
Sêşem 12 Mijdar 2024 - 02:55
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:“Em soza xwe nû dikin ku bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn.”Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehîdan ev tişt diyar kirin:“Di êrîşên dijmin ên li ser herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê de, milîtanên me yên Apoyî yên hêja hevrêyên me Kurtay û Simko di meha Hezîrana 2024’an de şehîd bûn. Şervanê leheng ê Serhedê hevrêyê me Kurtay bi bawerî û dilsoziyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, di nava şert û mercên herî dijwar de têkoşiya û hilgirtina barê hevrêyên xwe ji xwe re kir rêgez. Bi zêdekirina baweriya xwe ya bi serketinê û tevlîbûna xwe ya di nava xebatên şoreşgerî de roj bi roj bû milîtanekî Apoyî û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Simko ku ji dil û can bawer dikir ku Rêber Apo û partiya me PKK’ê dikarin azadiya gelê me misoger bikin, ji roja tevlî nav refên gerîla bû, bêyî têkeve dudiliyê ked, sebir û vînek mezin nîşan da. Bi xwestek û kelekcanek mezin li benda wê kêliya ku ji bo azadiya gelê me têbikoşe. Hevrêyê me tecrubeyên 40 salan ê tevgera me girtibû, bi baweriyeke mezin berê xwe da qadên ku şer lê dijwar bû. Hevrêyê me Simko bi wêrekî û jêhatiya xwe ya bîrdozî ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bû yek ji mînakên diyar ên dilsoziya bi felsefeya Apoyî. Weke kesayetek netewî armanc kir ku bêyî cudahiyê têxe navber herêman têkoşîna xwe li her derê berfireh bike û bigihîne tevahiya Kurdistanê. Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Kurtay û Simko yên ku bi ked û xebatên xwe yên bêhempa di nava refên têkoşîna azadiyê de nirxên girîng afirandine û gelê me dixwazin.
Hevrêyê me Kurtay li gundê Qerasê yê navçeya Qelqelî ya Wanê di malbateke welatparêz a ji eşîra Şemsikî ji dayik bû. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Kurtay bi kesayeta xwe ya rast, xwezayî, sade û mutewazî şopa xwe li ser hemû hevrêyên xwe hişt û bi meşa xwe ya azadiyê ya 12 salan bi şehadetê tacîdar kir.
Hevrêyê me Simko li bajarê Qurwe yê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Simko xwest xeyala xwe ya herî mezin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serxwebûna welatê me Kurdistanê pêk bîne, bi zelalbûna armanc û tevlîbûna xwe ya bi biryar li ser vê bingehê bû milîtanekî Apoyî yê mînak.”
Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Kurtay Şahîn (Davût Şahîn), li Wanê jidayîk bûye, Hezîrana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Simko Tolhildan (Mîlad Mûradî), li Qurwe jidayîk bûye, Hezîrana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN