Bila şaredariyên me bidin me
Sêşem 12 Mijdar 2024 - 01:45
Jinên ku li Xelfetiyê li dijî qeyûman gavê paşde navêjin dan zanîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin:"Heta dawiya jiyana xwe ez ê têbikoşim. Zilmê dikin. Em ê li berxwe bidin. Kurê min di bin çavan de îşkence lê kirin. Bila şaredariyên me bidin me. Bila destên qirêj bikişînin. Êdî bes e."
Di 4’ê mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariya Êlihê, şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn qeyûm hatin tayînkirin. Piştî qeyûman gel dest bi berxwedanê kir û peyama wê xwedî li îradeya xwe derkeve da.
Jin der barê qeyûman de axivîn.
Îradeya gel tê xespkirin
Parlamentera Dersîmê ya DEM Partiyê Ayten Kordu got ew ne biyaniyên qeyûman e û wiha got: “Sê car e qeyûm tên tayînkirin. Îradeya gel tê xespkirin. Lê dizanin ku rewabûna wan tune ye. Ev pergal ji têkoşîna jinan ditirse."
Dijminahiya jinan dikin
Ayten Kordu bi lêv kir piştî qeyûman yên herî zêde daketine kolanan jin bûne û wiha dawî lê anî: “Ji ber şaredarî zêdetir der barê qadê jiyana jinan de xizmetê didin. Qeyûman ewil midûriyetên jinan girtin. Polîtîkayên dijminahiya jinan dikin. Ji ber vê jî em di xeta têkoşîna civakî de ne. Em li dijî vê feraseta êrîşê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têdikoşin.”
Bila şaredariyên me bidin me
Îslîm Yalçinkaya ya di çalakiya nobetê de wiha got: “Heta dawiya jiyana xwe ez ê têbikoşim. Zilmê dikin. Em ê li berxwe bidin. Kurê min di bin çavan de îşkence lê kirin. Bila şaredariyên me bidin me. Bila destên qirêj bikişînin. Êdî bes e.”
Hatim Yalçinkaya jî got: “Em qeyûman qebûl nakin. Em hevşaredarên xwe dixwazin.”
JINNEWS/RIHA