Çi ji destê me bê em ê bikin

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 02:20

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd diyar kir ku Rêveberiya Xweser wê ji bo sûriyeyên ji Lubnanê vedigerin çi dest tê bike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazkirina penaber û sûriyeyên ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê vedigerin, di 29’ê Îlonê de maseya krîzê ava kiribû.

Maseyê heya 2’ê Cotemê, nêzî 12 hezar sûriyeyî û lubnanî pêşwaz kirin ku di deriyên sînorî yên Tebqa û yê Tehiye yê Minbicê re derbasî herêmê bûn. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd li deriyê sînor ê Tebqayê axivî diyar kir ku ew amade ne hejmareke din jî pêşwazî bikin. Evîn Siwêd bal bire ser ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:"Tevî ambargo û êrişan jî rêveberî wê li gorî derfetên xwe her tiştî pêşkêşî sûriyeyan bike." Evîn Siwêd destnîşan kir xebatên ku Rêveberiya Xweser ji bo vegera penaberan dike, bi hevkariya nûnertiya wê ya li Lubnanê pêk tên.

ANHA/RÊNAD ELÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.