Şerê herêmê pêla koçberiyê tîne

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 02:05

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer anî zimên dewleta Tirk mijara koçberan li rojevê dihêle, bi alîkariya saziyên Qetar û Kuweytê ji bo guherandina demografiyê  mirovan li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi cih dike û dixwaze nakokiyê bixe navbeyna gelan.

Koçer anî zimên hin dewletên mîna dewleta Tirk ji sala 2023’an ve rewşa koçberên Sûriyê tim li rojevê dihêlin bi armanca berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û got,’’Dewleta Tirk koçber ne tenê kirin amûreke siyasî. Di heman demê de ev koçber di nava komên çete de weke hêzeke çekdar bi kar anî. Bi vî rengî xwest siyasetê li ser dewletên Rojhilata Navîn û herêmê bimeşîne, ji bo karibe armancên xwe yên herêmî bi cih bîne, ew bi kar anî. Ev yek aliyekî siyaseta wan bû. Aliyekî din jî ew bû ku koçber li hemberî Ewropayê weke gefekê bi kar anî.’’

Hewldana guherandina demografiyê

Koçer bi domdarî anî zimên dewleta Tirk ji herêmên cuda mirovan tîne li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi cih dike bi armanca guherandina demografiyê û bi vê bi rêya hin saziyên Qetar û Kuweytê dike.

Şerê herêmê pêla koçberiyê tîne

Hesen Koçer şerê Israîl-Hîzbullah û Hamasê destnîşan kir, ku dibe ev şer rê li şerê Îsraîl-Îranê û şerekî herêmî veke, anî zimên ku ev şer pêleke koçberê jî bi xwe re tîne û got,’’Li aliyekî koçberî dibe, li aliyê din jî ji ber koçberiyê li gelek herêman guhertina demografîk dibe. Her wiha ev koçberî bi xwe re bêkarî, xizaniyê tîne û dibe sedem ku drama mirovî zêde bibe.’’

Koçer bi domdarî anî zimên ji bo ku li Rêveberiya Xweser aramî û ewlehî heye koçber berê xwe didin wir û got,’’Her wiha ji ber ku bi pirsgirêkên koçberan re eleqedar dibin û bersiv ji pêwîstiyên wan re tê dayin, mirov berê xwe didin qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kampên penaberan hene. Mirovên ku ji ber herêmên wan hatine dagirkirin li kampan bi cih bûne. Li kampên Serdem û Berxwedan ên li Şehbayê dimînin. Yên ji Serêkaniyê û Girê Spî hatine jî li kampa Serêkaniyê û li Reqayê li kampa Til Semîn dimînin. Penaberên li van kampan dimînin bi armanca vegera li bajarê xwe dimînin û bendewariya gel bi vî rengî ye.’’

Em lêzimiyên hemû gelan bi cih tînin

Ji ber vê yekê jî weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me timî got û em her tim dibêjin: 'Em ê her derfeteke xwe bi temamiya gelên Sûriyeyê re parve bikin'. Kes nikare netewetiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê mijarê de bixe lêpirsînê. Yanî gotinên ku dibêje 'Rêveberiya xweser hewl dide li Sûriyeyê parçebûnê biafirîne' bê bingeh in. Em bersivê didin pêwîstiyên hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mafên wan diparêzin. Her wiha kî bê vê herêmê em ê ji bo wan jî heman helwestê nîşan bidin."

Divê Şam bi berpirsyarî rabe

Hesen Koçer anî ziman, ji bo penaberên Sûriyeyîyên ku neçar mane cih û warê xwe biterikînin ji bo karibin li bajarê xwe vegerin divê hikumeta Şamê berpirsyariya xwe bi cih bîne û got, "Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bandoreke gelekî cidî ya neyînî li ser penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê kir. Bi taybetî penaberên Sûriyeyî yên li başûrê Lubnanê bi xetereyeke cidî re rû bi rû ne. Me li ser vê bingehê maseyeke krîzê ava kir.

Me komîsyon ava kir ku alîkariyê bide koçberên ji Lubnanê ku karibin derbas bibin. Me kamp amade kir. Yên ku malên wan li vê derê hene ji bo karibin li malên xwe bi cih bibin, yan jî li gel xizmên xwe bi cih bibin, me alîkarî kir. Yên ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin jî me ew şandin kampan. Heta niha nêzî 20 hezar koçber derbas bûn û ev hejmar her roj hîn zêde dibe.’’

Banga li hêzên navnetewî

Koçer bang li saziyên navnetewîr kir û got,’’Li ser vê bingehê em bang li hêz û saziyên navneteweyî dikin ku ji bo vegera koçberan a li cih û warê xwe piştgiriyê bidin. Lê belê heta niha bersiveke cidî ji van bangên me re nehatiye dayin. Hin saziyên alîkariyê yên li herêmê alîkariyê bi koçberan re dikin, lê belê bêugman ev alîkarî ji bo pêçandina birînên koçberan têrê nakin. 

ANF/HÎVDA HEBÛN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.