Nobeta berxwedanê ya li dijî qeyûman
Sêşem 12 Mijdar 2024 - 02:25
Li dijî tayinkirina qeyûman li Xelfetiyê nobeta berxwedanê dewam kir. Her wiha li Stenbol, Êlih û Mêrdînê jî çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî qeyûman dewam kirin.
Di 4’ê Mijdarê de piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Êlih, Mêrdîn û Xelfetiya Rihayê hatin kirin şûnde, berxwedanek mezin tê meşandin. Nava rojê berxwedana ku tê meşandin, êvaran jî li kolanan didome. Ligel hemû êrîşên polîsan jî girse bi dirûşme, sekn û berxwedana xwe dibe bersiv.
Nobeta berxwedanê dewam dike
Nobeda berxwedanê ya ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiyê hat kirin, didome. Girseya gel danê sibehê li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî li hev civiya û nobeda berxwedanê da destpêkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê û gelek kes tevlî nobetê bûn.
Li qada ku nobeda berxwedanê tê girtin pankarta "Demokrasî, ne qeyûm" bi Kurdî û Tirkî hat daliqandin.
Çalakiya nobetê wê tevahiya rojê bi bernameyên cuda dewam bike.
Li dijî xespkirina îradeyê hevdîtin
Li Sancaktepe ya Stenbolê li dijî desteserkirina şaredariyan bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî” çalakî hat lidarxistin. Gelek kes di çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin de li Kolana Demokrasiyê hatin ba hev.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz li vir axivî û bi bîr xist ku qeyûm derbeyali demokrasiyê ye û got, "Tişta hûn dikin dîktatorî ye, ya hûn dikin faşîzm e."
Dev ji polîtîkaya qeyûman berdin
Piştre berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet û adil wan ji Stenbolê heta Êlih û Mêrdînê li dijî îşkence, qetilkin, girtin û zilmê dengê xwe bilind kirine û got:"Ewilî dev ji polîtîkaya qeyûman berdin."
Wê qeyûm biçe
Ciwanên Êlihê danê êvarê li Taxa Baglarê li dijî qeyûman çalakiya protestoyî li dar xistin. Ciwanan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiyan. Polîsan bi gaza bîberê û ava zextê êrîşî ciwanan kir. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.
Li taxên Huzur, Cûmhûriyet, Pazaryeri, Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Korike, Bayindir, Cûdî û Petrolê jî ciwanan li kolanan çalakî li dar xistin. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.
Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaî Apo ye" û "Wê qeyûm biçe, gel wê were" hatin berzkirin.
Li herêma ku xwepêşandan lê pêk hatin tevgera helîkopteran hat dîtin.
Ciwan li kolanan bûn
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ciwan li dijî tayînkirina qeyûman daketin qadan. Ciwanên ku li gelek taxên navçeyê lastîk dişewitînin gelek caran bê navber dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Em ê bi ser bikevin" berz kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku heta desteserkirina îradeyê bi dawî bibe ew ê li kolanan bin.
NAVEND NÛÇEYAN