3 endamên TEV-DEMˈê şehîd bûn

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 02:55

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di êrişa 9ʹê Cotmehê ya de dewleta Tirk a dagirker a li ser Şehbayê de 3 endamên wê şehîd bûn. Daxuyaniya TEV-DEMʹê wiha ye:"Faşîzma Tirk bi pêşengtiya AKP-MHPʹê de bûye xetereya li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. Di demekê de ku ji ber siyasetên xwe yên çewt , nijadperestiya xwe û tengaviya  xwe li hember gerîlayên azadiyê di çiyayên Kurdistanê de têk çûye, lewra bê cudahî li seranserî Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî  jin ,sivîl, çalakvan , binesazî û hemû nirx û deskeftiyên gelan dike. Bi sedan têkoşer , jin ,ciwan û pêşengên gelê me şehîd xistin.  Ji wan sûcên hovane jî di 9ˈê Cotmeha 2024ʹan de bi hemû kîna xwe êrişî koçberên ku ji ber dagerkeriya AKP-MHPʹ ji Efrînê koçber kirine  û li Şehbayê bi cih bûne, dike. Di encama wê êrişê de 3 çalakvanên ku têkoşîna ji bo avakirina civakeke demokratîk, wekhev û li ser bingehê biratiya gelan xebat dikirin şehîd kirin.

Rêheval Zelal Efrîn; Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi hemû  hêza xwe di tevahî qadan de xebat daye meşandin û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber ji bo azadiya gel, civaka demokratîk, azadiya jin gav bi paş de neavêtiye û di kesayetiya xwe de pêşengtiya jin ji Şoreşa 19ʹê Tîrmehê û şoreşa jin re îsbat kiriye, her wiha di nava TEV-DEMʹê de cihê xwe girtiye û xebateke mezin di nava koçberan de kiriye.

Rêheval Mezlûm Entab; ku di kesayetiya xwe de yekbûna gelê me di her çar peçeyên kurdistanê de temsîl kiriye û lewra têkoşîneke mezin di hemû qadan de daye meşandin  û di nava TEV-DEMʹê de cihê xwe girtiye.

Rêheval Alaf Mûrad; Ciwanekî kurd e. Di nava xebata tevgerê de erk û misyona ciwanan da pêş xwe û ji bo xizmeta gel û civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kar kir. Heta gihişte asta şehadetê  ji doza xwe negeriya.

Em bang li tevahî gelê xwe, demokratîxwaz û civakên azad dikin ku li hember faşîzma Tirkiyê rawestin û hovîtiya vê rêjîma metrsîdar li ser tevahî mirovatiyê li ber dadgehên gel û navneteweyî darizînin û em soz didin ku li ser nirxên van hevalan têkoşîna azadî û demokrasiyê û ji bo civakeke birêxistinkirî û wekhev û azadiya jinê em ê berdewam bin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.