Ji bo koçberan banga alîkariya navnetewî

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 00:49

Li gel dorpêça li ser Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî, Rêveberiyê deriyê ji koçberên Libnanê re vekiriye û heta niha 19 hezar û 502 koçberên ku hatine li kampên Adnaniyê li Reqa, Kampa Newroz û Erîşa li Kantona Cizîrê hatine bicihkirin. Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir hêza Rêveberiya bi van alîkariyan giştî kêm dimîne û xwest qada navnetewî bi wan re bibe alîkar. 

Derheqê vegera penaberên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya ji Libnanê Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi daxuyaniyeke niviskî ragihand, ji bo vegera penaberên Sûriyeyê ew ê alîkar bin. Diyar bû vegera li welêt mafekî bingehîn e û hewceye tevahiya dewletan ji bo hêsankirina vegerê bixebitin. Halê hazir heta niha 19 hezar û 502 penaber hatine Bakur-Rojhilatê Sûriyê û roj bi roj hijmara wan zêdetir dibe.

Derbarê pêşwazîkirina penaberên Lubnanê yên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ragihand ku şerê Îsraîl û Hizbullah pir bandor li gelê Lubnanê kiriye.

Rêveberî kete nav liv û tevgerê

Ehmed anî zimên Rêveberiya Xweser a  Demokratîk xwedî li van koçberan derket û ew derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ehmed bi bîr xist ku 24’ê Îlona 2024’an şer di navbera Îsraîl û Lubnanê de qewimî, di vî şerî de gelê ji Sûriyeyê yê li Lubnanê dijiyan koçber bûn û got,’’ Rêveberiya Xweser a Demokratîk kete nav liv û tevgerê da ku van koçberan bi awayek ewle bi cih bikin. Komîteya ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Lubnanê dike, ew jî bi erkê rêkirina wan malbatên koçber û derbaskirina wan ji sînorê Lubnanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, radibe. Her wiha Rêveberiya Xweser a Demokratîk daxuyaniyek di derbarê penaberên Lubnanê de da û Komîteya Şaneya Kirîzê jî ava kir. Şaneya Kirîzê jî ji bo hêsankirina riya penaberan a ber bi Sûrieyeyê ve, hate avakirin.”

Li kampan hatin bicihkirin

Şêxmûs diyar kir ku gelek malbatên ku bê cih man e di sê kampan de hatine bicihkirin û got, “Penaberên ji Lubnanê tên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li 3 kampan hatine bicihkirin. Kampa Adnaniyê li Reqa, Kampa Newroz û Erîşa li Kantona Cizîrê. Rêveberiya Xweser bi hemû hewildanên xwe dixwaze destekê bide van penaberan. Di heman demê de dixwaze xwe bigihîne rêxistinên navnetewî ji bo alîkariya van penaberan zêdetir were kirin. Heta niha hejmara penaberên ku ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne 19 hezar û 502 kes in. Ji wan 74 welatiyên Lubnanî ne û yên din jê ji netewên Ereb, Kurd û hwd’in. Rêveberiya Xweser a demokratîk tenê alîkarî û pêwîstiyên van penaberan pêk tîne û her wiha ti alîkarî ji rêxistinan neyatiye dayîn.”

Alîkariya navnetewî hewce ye

Şêxmûs dorpêça li ser Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi bîr xist, destnîşan kir li gel vê jî koçberan vedihewîne û got,’’Weke ku em dizanin rojane êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixwe di nav koçberiyekê de jiyan dike û bi zehmetî dabara jiyana xwe dike. Li beramberî vê zehmetiya ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk têde dijî, xwe erkdarên welatiyên ku di şerê Lubnanê de koçber bûne dîtin. Lê hêza Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi van alîkariyan giştî kêm dimîne, divê rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî bi me re bibin alîkar û bi erka xwe ya mirovahîtiyê rabin.”

ANF/BÎSAN RESÛL-OMER HORO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.