Siberoj bi berxwedanê ye
Pêncşem 2 Çile 2025 - 03:15
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku siberoja Rojava, girêdayî berxwedana gel û hêzên şoreşger e û got: Eger êrîşên dewleta Tirk bên pûçkirin, şoreş wê bi rengekî hîn xurttir dewam bike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik aliyên xweser ên Şoreşa Rojava nirxand û destnîşan kir ku hêmanên komuna demokratîk, azadiya jinê û civaka ekolojîk tenê ne ji bo Bakur û Rojhilatê sûriyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modeleke çareseriyê pêşkêş dike. Beşa 4’an a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re, bi vî rengî ye:’’Pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn bi hinceta êrîşa Hamasê hate destpêkirin, lê daxwaza ji nûve dizaynkirina pergala cîhanê ya hêzên moderniteya kapîtalîst a bi pêşengiya DYE’yê yan jî daxwazên wan ên vê karê ku berê dabûn destpêkirin û bi lêzkirinê xwestin bi encam bikin, bi şerê Ukranyayê re derket holê. Nirxandina tevgerê me bi vî rengî ye û xwe li ser vê bingehê amade kiriye. Ji ber vê yekê bi şerê Ukranyayê re vê dan destpêkirin an jî bi destpêkirina vê şerê re îşaretên vê dan. Pir eşkere ye ku şerê Ukranyayê ji bo Rusyayê veguheriye girrekê. DYE bi tevlîkirina Rusyayê ji şer re hem hêza wî şikand, anî rewşa ku rewabûna wî bê lêpirsînkirin, hem jî di esasa xwe de projeya rêya enerjiyê ya ji bakur derbas bibe, xira kir. Dema Rusya di rewşeke wiha de bû û di nava lêgerînê de bû ku şerê bi Ukranyayê re bi vî rengî rawestîne, nedibû ku li dijî plana DYE, Îngilîstan û Îsraîlê derkeve û li Sûriyeyê li dijî rejîmê bikeve nava şer. Niha mijara ku tê nîqaşkirin ew e ku Rusya bi DYE’yê re lihevkirinek kiriye yan ne. Îhtîmalek zêde heye ku li ser şerê Ukranyayê bi DYE re li hev kiriye. Lihevkirinek wiha bi rêveberiya Bidenê re nebe jî dibe ku bi Trump re kiribe. Pir diyar e ku Rusya bi berçav girtina şert û mercan hewl daye ji vî karî bi zirara herî kêm an jî bi qezenca herî zêde derkeve. Niha tê gotin ku baregehên wan ên bakurê rojavayê Sûriye sekiniye. Em nizanin ku wê bi vî rengî dewam bike, yan jî lê bê ferz kirin ku derkeve. Lê teqez e ku Rusya qiyma xwe di nava xirabiyan de yê baş aniye û bandora wî ya li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Deryayê Spî darbeyek mezin girtiye.
Jinûve dîzaynkirin birêve diçe
Bandorbûna rejîma Baasê ya di nebûna Îran û Rusyayê de jixwe ne rewşekî dihate payîn bû. Hêza xwe ya xweser û îradeya xwe zûde winda kiribû. Yekane derketina rejîma Baasê hebû, ev jî lihevkirina bi Kurdan û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû û li ser vê bingehê gavên demokratîk avêtin û veguherandina xwe ya demokratîk bû. Lê vê ferasetê nîşan neda. Li gorî me şert û mercên vê hebûn. Lê hem bi bandora hêzên derve hem jî bi çêkera xwe ya ji guhertinê re girtî, yekparêz û dogmatîk nekarî vê tiştê bike. Di encamê de rewşa li Sûriyeyê derket, li gorî plana ku di çarçoveya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn tê meşandin de pêk hatiye. Di çarçoveya vê planê de bê diyarkirin ku wê ji niha û şûnde li Sûriyeyê çi geşedan çêbibin û bi pergalekî çawa re bê rêvebirin.
Dixwaze pozîsyona xwe xurt bike
Di heman demê de pêwîst e ku li ser rewşa li Sûriyeyê derketî, pozîsyona Tirkiye û desthilatdariya AKP-MHP’ê were destgirtin. Eşkere ye ku di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de wekî berê rol ji Tirkiyeyê re nehatiye dayîn. Niha tê dîtin ku bi ketina nava rewşa li Sûriyeyê re, hewl dide pozîsyona xwe xurt bike. Dibe ku di rewşa heyî de bê gotin ku cihê dewleta Tirk a li Sûriyeyê xurt bûye, lê ne diyar e ku ev bidome an ne. Weke ku min di serî de diyar kir nêzîkatiya dewleta Tirk di destpêkê de li ser bingeha dijberiya plana DYE, Îngilîstan û Îsrailê bû. Ji ber ku Tirkiye piştî civîna lûtkeya G-20 ya li Hindîstanê ji derveyî projeya IMEC’ê hat girtin, helwesta Tayyîp Erdogan dijberiya bi eşkere bû. Helwestekî eşkere danî holê ku ew ê destûrê nedin projeyeke ku ew ne di nav de bin. Hê mehek nebû, êrîşa Hamasê çêbû. Piştre DYE, Îngilîstan û Îsraîl vê kirin hincet û plana ku berê amade kiribûn xistin meriyetê û bi vî rengî li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Pir eşkere ye ku her tişt berê hatibû plankirin. Tenê çirûskek mabû, vê jî bi destê Tirkiyeyê li Hamasê dan kirin. Tişta ku em nizanin ew e ku gelo Tayyîp Erdogan bi zanebûna van hemû tiştan xwe da bikaranîn an jî bêyî zanebûn hat lîstikê? Em vê nizanibin jî helbet dîtine ku ev rewş her ku diçe di aliyê wan de rê li ber encamên neyînî vedike ku bi DYE’yê re ketin rêya lihevkirinê. Niha DYE, Îngilîstan û Îsrail li ser Sûriyeyê li gorî planê tevdigerin.
Êrişa dewleta Tirk dihat payîn
Êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava an jî êrîş bike, ne rewşeke nedihat payîn bû. Çeteyên ku ji wan re dibêjin Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên girêdayî xwe ji ber vê yekê amade kiriye. Dema ku rewşa nû ya li Sûriyeyê derket, vê rewşê veguherand firsendekê û çeteyên xwe yên SMO’yê derxist pêş û dest bi êrîşekî nû kir. Di nava SMO’yê de leşkerên Tirk û efserên Tirk jî hene. Dîsa efserên Tirk SMO’yê bi rêve dibin. Armanca dewleta Tirk diyar e. Dixwaze bi dagirkirina Rojava rêveberiya xweser tasfiye bike. Armanca êrîşan ev e. Wisa xuya ye ku şervanên QSD’ê li Tişrîn û Qaraqozaxê berxwedaneke mezin raber dikin, windahiyên mezin didin dijmin. Dijmin ji ber ku nikare van deran bigre, newêre beralî cihên din bibe. Dewleta Tirk fêm kiriye ku nikare tenê bi çeteyên SMO’yê nikare li dijî QSD’ê bi ser bikeve, zextê li ser HTŞ’ê dike û neçar dike ku li dijî QSD’ê helwestê bigre.
Paşeroja Rojava berxwedan e
Ne nêzîkatiya hêzên koalîsyonê, wê berxwedana hêzên şoreşger û gel wê paşeroja Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bike. Heta îro evqas dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li ber çavên hêzên koalîsyonê pêk hat. Lê helwestê li dijî vê negirtin. Bêyî erêkirina wan dewleta Tirk nedikarî van êrîşan bike. Ji ber vê yekê pêwîste ji vir nekevin nava bendewariyekî. Gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîste xwe bi temamî li gorî şer amade bikin. Pêwîste gel li her derê parastina xwe bi xwe bike. Bi vî rengî eger gel û hêzên şoreşger dest bidin hev û bi hev re li dijî êrîşan li ber xwe bidin wê teqez dijmin encamê negre. Gelê me û dostên me yên li parçeyên din û li derveyî welat jî divê bi Rojava re di nava piştevaniyê de bin. Divê ji bo vê li ser lingan be, li her derê bi ketina tevgerê û civakan jî bi xistina tevgerê raya giştî ava bikin û divê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk zexta siyasî bê çêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN