Sêwirandina muzeyeke faşîzmê!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Adar 2023 - 05:39

  • Li Îtalyayê li bajarê Saloyê yê ku dîktator Benîto Mussolînî li wir faşîzma xwe îlan kiribû muzeyeke li ser faşîzmê ya bi navê “MuSa” tê vekirin. Sêwirandina muzeyeke faşîst bi xwe re gelek nîqaşan jî tîne. Kesên antîfaşîst ne razî ne, ditirsin ku siberojê ev muze bibe heca faşîstan.

ARDÎN DÎREN

 

Li Îtalyayê di van demên dawiyê de haziriya muzeyeke nû tê kirin. Muze sala bê di payîzê de dê temam bibe. Ev muzeya nû, bi xwe re gelek nîqaşan jî tîne. Lewma, ev muze dê yekem “muzeya faşîzmê” ya Îtalyayê be. Muze li bajarê piçûk Saloyê yê ku dîktator Benîto Mussolînî li wir “Komara Salo” (Komara Civakî ya Îtalyayê-RSI) îlan kiribû, tê vekirin. Jixwe, ji ber ku Mussolînî cara yekem li vir behsa partiya faşîst kiribû, navê komara wî ya nû bûbû “Komara Salo”. Her wiha ev bajarê piçûk, di heman demê de weke paytexta Îtalyayê jî hatibû îlankirin. Komara Salo di navbera salên 1943 û 1945’an de aktîf bû û bi saya Elmanyaya Nazî li ser piyan bû. Jixwe, Komara Salo bi destê Naziyên Elmanyayê ango bi destê Hîtler ava bûbû. Dîktator Mussolînî tenê piyonê wan bû û wan çi bixwesta, wî li gorî wan lê dixist. Lê dîsa jî mirov bi rehetî dikare bibêje, Mussolînî avakarê faşîzma li Îtalyayê ye. 

Mussolînî di salên “Komara Salo” de gelek partîzan kuştin û her wiha gelek cihû jî hatin tehcîrkirin. Herî dawî piştî textê faşîzmê hilweşiya, Mussolînî ber bi Swîsreyê ve reviya û xwest xwe xelas bike. Li gorî dibêjin, ew li benda Naziyan dimîne ku werin wî xelas bikin, lê Nazî nayên. Li ser vê yekê Mussolînî dibêje, “Em xapiyan, Naziyan dîsa em xapandin!” 

Wî dixwest ewilî xwe bigihîne Spanyayê û ji wir bi balafirê biçe Swîsreyê, lê li ser sînor kete destê partîzanan. Piştî rojekê partîzanan ew ceza kir, ew dan ber guleyan. Bi vî awayî faşîzma Mussolînî bi dawî bû. Niha gora wî li bajarê Predappio ye. Hê jî her sal bi sedan neofaşîstên Îtalî diçin ser gora wî.

Tevî ku nîqaş li ser vê yekê zêde ne jî kuratoran biryar daye ku “muzeya faşîzmê” vekin û li wir gelek bermahiyên wê demê nîşan bidin. Kurator wisa yeqîn dikin ku bi vê muzeyê serdema faşîzmê dê bêhtir ronî bibe û hin tiştên ku nayên zanîn jî dê derkevin holê. Li muzeyê dê bustên (peykerên serê) Mussolînî, wêneyên wê serdemê, rojanameyên orîjînal û nameyên hatine nivîsandin, werin nîşandan. Her wiha klîp û vîdeoyên Mussolînî yên ku pesnê “Komara Civakî ya Îtalyayê” (RSI) didan jî dê werin nîşandan. Kesên diçin serdana muzexaneyê, bi riya nexşerêyan û hin eniyên çêkirî ku wê serdemê temsîl dikin, dê baştir li wan rojan serwext bibin. Lê li hemberî vê muzeyê hin komele û saziyên antîfaşîst nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin, muze ji hêla kesekî ku ji Mussolînî pirr hez dike û alîgirê faşîzmê ye, hatiye fînansekirin. Her wiha heman sazî bawer dike ku ev muze ji bo kesên ketine pey nostaljiya faşîzmê, bibe mekanekî nû û propagandaya faşîzmê bike.

 

Muze dixwaze rabuhiriyê bi bir bîne

Muzeya bi navê “MuSa” bi piştigirya Şaredariya Salo û hin sponsorên taybet tê çêkirin. Kurator didin zanîn ku bi tevahî dê 235.000 euro lê biçin û ji nivî bêhtir jî kesên bûne sponsor çêkirina muzeyê fînanse kirine. Kuratorên bi navê Roberto Chiarini, Elena Pala û Giuseppe Parlata pêşengiya vê muzeyê dikin û ew didin zanîn ku dîroka faşîzmê li Îtalyayê baş nehatiye hînrkirin. Ji lewre jî wan pêdivî bi muzeya “MuSa” dîtiye. Her wiha li Îtalyayê weke Elmanyayê, “Mahkemeyên Nurnbergê” jî nehatine damezirandin da ku “yekîtiya neteweyî” hilneweşe! Bi ser de jî Giorgio Almirante yê ku di dema “Komara Salo” de wezîrê çandê bû, paşê li Îtalyayê “Tevgera Civakî ya Îtalya” (MSI) ya neofaşîst ava dike. Ji xeynî vê yekê, hin partî û siyasetvanên faşîst di meclîsê de cih digirin û dixebitin. Ji ber van sedeman, kurator didin zanîn ku Îtalya bi rubuhiriya xwe ya otorîter re ti carî rû bi rû nebûye. Ew bi vê muzeyê dixwazin rubihuriyê bînin bîra xelkê û li gorî nihêrîna wan; “Piştî şer, faşîzm her tim weke tiştekî ne baş hate dîtin; weke ku ti qîmeta wê tine be. Kesî nexwest behsa faşîzmê bike û her kes ji vê yekê reviya.”

Neofaşîzm û hikûmeta niha ya Îtalyayê

Sala par di Cotmehê de li Îtalyayê hilbijartin çêbûn û ji “Partiya Birayên Îtalyayî” Giorgia Melonî weke serokwezîr hate hilbijartin. Partiya Melonî jî dewama partiya MSI ya faşîst e. Melonî her çiqas bixwaze xwe ji rabihuriya faşîst xelas bike jî di parlamenê de cih daye kesên neofaşîst û ew li hin pozisyonên girîng peywirdar kirine. Weke nimûne; Ignazio La Russa ku beriya çend rojan bi peykerên Mussolînî re wêneyên xwe girtibû, bû serokê senatoyê. Ji ber van sedeman jî siyasetvanê komunîst Fausto Bertînottî ji bo Melonî gotibû, wî “auto-da-fé”* pêk aniye. Lê li gel van nîqaşên siyasî, rêveberê muzeya “MuSa” dide zanîn ku ew ê bi baldarî nêzî vê meseleyê bibin: “Em ê serdema faşîst ne weke serdemeke şeytanan nîşan nedin û ne jî biparêzin. Em bi vê yekê re mijûl nabin.” 

 

Nîqaşên li ser muzeyê berê jî hebûn

Beriya ku muzeya “MuSa” vebe jî nîqaşên li ser muzeyeke faşîst hebûn. Pêşniyazên cuda jî derdiketin pêş. Pêşî fikra avakirina muzeyeke li ser faşîzmê li Romayê hebû, lê di sala 2020’an de ev fikir pûç bû. Şaredara Romayê ya hingê Virginia Raggi got, “Roma bajarekî antî faşîst e”. Her çend muze nehatibe avakirin jî kuratorên ku niha bi muzeya “MuSa” re mijûl in, pêşangehên li ser faşîzmê vekirin. Di sala 2016’an de pêşangeheke bi navê “The Cult of the Duce” hate organîzekirin. Wî çaxî jî dîsa kesên antîfaşîst gotin, hûn propagandaya “Duce” ango Mussolînî dikin û pêşangeh protesto kiribûn.

 

Divê muze nebe heca faşîstan!

Komeleya bi navê ANPI ya partîzanên Îtalyayî, û rêxistina alîkariyê ya bi navê Green Flame Brigade li hember muzeya “MuSa” ya li Saloyê dê were çêkirin, nerazîbûnên xwe nîşan didin. Komele û rêxistinên antîfaşîst dixwazin ku tesîra Naziyan ya li dinyayê bêhtir were neqandin, naxwe muze dê veguhere heca faşîstan û kesên neofaşîst bi rêya muzeyê dê propagandaya faşîzmê bikin. Ji ber vê yekê wan kurator û rêveberên muzeyê hişyar kirin da ku ev tişt pêk neyê. Jixwe serokê ANPI Lucio Pedronî jî dide zanîn ku kuratorên muzeyê, gelek berhemên ku dê li muzeyê nîşan bidin ji faşîstan wergirtine. Li hêla din, fînansorê mezin ê muzeyê Marco Bonomettî ye. Li gorî rojnameya “Il Fatto Quotidiano” sererast dike, Marco Bonomettî her sal tevlî merasîmên salvegera mirina Mussolînî dibe û avahiya muzeyê jî ya wî bi xwe ye. 

Divê em bi bîr bixin ku derhênerê Îtalyayî Pier Paolo Pasolînî “Komara Salo” ya Benîto Mussolînî bi filmê xwe yê “Salo-120 Rojên Sodomê” bi awayekî hişk rexne kiribû û tesîra faşîzmê ya li Îtalyayê raxistibû ber çavên xelkê.  

 

*Têgeha “auto-da-fé” îşaret bi biryarên mahkemeyên Engîzîsyonê yên Spanî dike. Engîzîsyonê hin kes weke kafir îlan dikirin û ew aforoz dikirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.