Şêwekarên Rojhilat hefteyekê li Silêmanî ne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:11

Li Silêmaniyê pêşangehek şêwekarî ji bo hunermendên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat vekirin. Piraniya tabloyên hatin xêzkirin ji aliyê jinan ve hatine çêkirin. Wê pêşangeh hefteyek vekirî bimîne.

Li Mûzexaneya Emnesoreke ya Silêmaniyê ji aliyê Navenda Heft Reng ve ji bo hunermendên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşangehek şêwekarî hat vekirin. Yek ji amadekarên pêşangehê Azade Muradî li ser vekirina pêşangehê axivî û got: “Gelek kefxweş im ku yekem care li Silêmaniyê pêşangehek bi vî rengî vedikin. Giringiya vê pêşangehê danûstandina çandî ya di navbera welatan û hunermendan de ye.” Azade Muradî spasiya xelkê Kurdistanê kir û got: “Xelkê Kurdistanê bi dilgermî em pêşwazî kirin. Me di pêşangehê de zêdetirî 100 tabloyan nîşan daye, piraniya wan ji aliyê jinan ve hatine çêkirin.”

Xweza dayik e

Hunermend Hamidî Wusuqî ku xelkê bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye û bi tabloyên xwe tevlî pêşangehê bûye, got: “Ez bi 9 tabloyan tevlî vê pêşangehê bûme. Min piraniya tabloyên xwe li nava xwezaya Kurdistanê de çêkirine. Li gor min xweza ji bo mirovan dayik e. Erkê hemû hunermendan e di karê xwe de giringiyê bi xwezaya Kurdistanê bidin.”

Pêşangeha ku duh hatiye vekirin, wê hefteyek dewam bike. Rojane ji seat 10:00’ê sibehê ta 18:00’an vekirî dimîne.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.