Şêwekara keçên Îrlandî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Adar 2023 - 02:32

Şêwekara Îrlandî May Guinness li Dublînê Adara 1863´yan hat dinê û 16´ê Hezîrana 1955´an 92 salî wefat kir. Ew bi berhemên xwe yên stîla Fauvîzmê hat nasîn. Di nava şêwekarên Îrlandî de weke ya pêşî  “ya ku hestiyariya modernîst berdaye nav hunerê Îrlandî”  tê qebûlkirin. 

Bavê May Guinness ê parêzer, ew bi dayîn û hosteyên jin ên Fransî û Elman li malê dabû perwerdekirin. Wê paşê ders da xwişk û birayên xwe jî. Di 30 saliya xwe de hîna nû ew tevî Mildred Anne Butler ji bo ku li ber destê Norman Garstin bixwîne, çû bajarê Newlynê.

Axir dawiyê ew bû wênesazeke navdar, ji 1892´yan û pê ve, May Guinness bû endama Civaka Rebgên Avî ya Îrlandayê (Water Colour Society of Ireland). Berhemên wê li Royal Hibernian Academyê sala 1897´an hatin nîşandan û van pêşangehan heta 1911´an dewam kir. Ew weke hunermendên hingê dikir, çû Floransaya Îtalyayê (1902 heta 1903´yan) û Parîsa Fransayê (1905) 

Berhemên wê îro weke yên beriya 1922´yan, yên ji 1922´yan heta 1925´an û yên piştî 1925´an di sê beşan de tên nirxandin. Ji bilî wêneyên wê yên Still Live, portreyên wê, nexasim ên jinên Îrlandî, ji berhemên wê yên navdar in. Yek ji wan, “Du keçên Îrlandî” û ya din jî “Keça porsor” e. 

DUBLIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.