Şêwekar û nemiriya otoportreyan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Îlon 2024 - 00:54

  • Gava em bala xwe didin dîroka hunerê û li jiyana şêwekaran dinihêrin em leqayî gelek otoportreyan tên. Ev otoportre di derbarê van şêwekaran de û her wiha şêwaza wan a hunerî de gelek tiştî dibêjin ji me re. 

Di dîroka hunerê de, nexasim jî di warê şêwekariyê de “otoportre” mijareke popûler e. Hin hunermendan bi rêya otoportreyan xwestin heta hetayê bijîn û portreyê wan her bimîne di bîra bîneran de. Di dîroka hunerê de hin portre hene ku ji şêwe û teknîkên ku hatine bikaranîn wêdetir bûne îkon û her wisa mane. Çêkirina otoportreyan di her serdemê de heye lê bi Ronesansa li Îtalyayê berbelavtir bûye. Her wiha di demên post-modern û modern de jî gelek şêwekar bi şêwe û teknîkên cuda portreyên xwe çêkirine. Mirov dikare bibêje di nav gelek tevgerên hunerî de çêkirina otoportreyan xwe nîşan daye. 

Şêwekaran xwestin bi rêya van portreyan hafizeya dîtbariyê kûrtir bikin û her otoportreyek dem û dewranekê temsîl dike. Şêwekarên weke Albrecht Durer, Rembrandt, Picasso, Paul Gauguin, Edvard Munch, Paul Cezanne, Frîda Kahlo, Gustave Courbet, Norman Rockwell, Claude Monet û Vîncent van Gogh li ser mefhûma otoportreyê sekinîn û gelek caran xwe jî xêz kirin. Li gor lêkolerên dîroka hunerê kesekî weke Rembrandt qederê 100 otoportre li pey xwe hiştiye. Mirov dikare bi rêya van otoportreyan sal bi sal guherîna Rembrandth bibîne. Kesên weke Lonardo da Vîncî, Michelangelo û Raphael jî di wextê de portreyên xwe çêkiribûn. Her wiha di dema nêzîk de jî kesên weke Andy Warhol û Yayoi Kusama dîsa bi mefhûma otoportreyê daketin û portreyên xwe çêkirin.

Rembrandth, Courbet û Monet

Şêwekar Rembrandth yek ji ji şêwekarên “Serdema Zêrîn a Hollandayê” tê qebûlkirin. Di otoportreyên wî de bikaranîna ronahiyê, derbeyên firçeyan û paleta rengan a bi qeswet pirr balkêş in. Yek ji otoportreyên wî yê ku wî di sala 1660’an de hatiye çêkirin niha weke parçeyekî koleksiyona Muzeya Metropolitan a Hunerê (New York) tê parastin. Şêwekarê ku bi nêzîkatiyeke rasteqînî nêzî hunerê dibû jî şêwekarê Fransî Gustave Courbet bû. Otoportreyê wî yê bi navê “Mirovê Bê Hêvî” ku di sala 1845’an de temam kiribû, weke hevsengiya bizavên romantîzm û rasteqîniyê tê nirxandin. Her wiha portreyê Claude Monet yê bi şewqe û rih jî yek ji wan portreyên navdar e ku di sala 1886’an de hatiye çêkirin. Claude Monet şêwekarekî Empresyonîst bû.

Gauguin û Van Gogh jî otoportre ceribandin

Mirov dikare bibêje yek ji wan şêwekarên ku piştî Rembrandth herî zêde otoportreyên xwe çêkiriye, Paul Gauguin e. Şêwekarê Fransî yê Post-Empresyonîst 40 otoportreyên xwe çêkiribû. Lê otoportreyê wî yê bi navê “Halo and Snake“ ku di sala 1889’an de hatiye çêkirin ê herî navdar e. Gauguin bi kompozîsyoneke avangart otoportreyê xwe sêwirandiye. Sêv û marê di portreyê wî de îşaret bi temayên olî dikin. Weke van şêwekarên ku me li jor rêz kirin Vîncent van Gogh jî gelek caran hewl da ku otoportreyê xwe çêbike. Lê di nava otoportreyên wî de jî yê herî navdar “Self-Portrait with Bandaged Ear” e. Van Gogh vî otoportreyê xwe piştî ku guhê jê kir, çêkiribû. Ji xwe di otoportreyê wî de bandajekî daye ser guhê xwe û vî bandajî li ser serê xwe gerandiye. 

Picassoyê kubîk û Kahloya bi êş

Otoportreyên Pablo Picasso jî têra xwe navdar in. Ev otoportreyên wî di derbarê şêweya wî ya ku her tim diguherî de jî gelek tiştî nîşanî me didin. Otoportreyê wî yê ku di sala 1907’an de hatiye çêkirin yek ji wan otoportreyên herî navdar e. Di vî otoportreyê de em dibînin ku Picasso ji şêweya xwe ya primîtîf ber bi Kubizîmê ve reng diguherîne. Şêwekara Meksîkayî Frîda Kahlo jî gelek otoportreyên xwe çêkiribûn. Ev otoportreyên wê di derbarê nasname, huner û her wiha ruhê wê yê şikestî de şiroveyên balkêş in. Lê otoportreyê wê yê bi navê “horn Necklace and Hummingbird” otoportreyê wê yê herî bi nirx e. Kolyeyekî ku bi strîn û darikan hatiye çêkirin stûyê Frîda Kahlo xwîn dike. Her wiha hin sembolên ku êşê temsîl dikin jî di otoportreyê wê de tên xuyakirin. 

Û Daliyê xwediyê teswîrên balkêş

Herî dawî mirov dikare bibêje ku Salvador Dalî jî weke şêwekarekî surrealîst gelek caran xwe teswîr kiribû. Otoportreyê wî yê ku di sala 1941’an de çêkiriye di derbarê şêweya Dalî de û her wiha teswîrên wî yên balkêş de gelek tiştî tîne ziman. Ji xwe gava mirov baş dêhna xwe dide ser tablo ew simbêlê Dalî yê îkonîk derdikeve hemberî mirov û mirov bi vî awayî bêhtir hay jê çêdibe bê ka sembol çawa ji hin hunermendan re dibin nasnameyên nemir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.