Ma Musîcê ji bo pirtûka "Repertuara Stranbêjiyê" bigihîne zarokan, kampanyaya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok” da destpêkirin. Akademiya Ma Musîcê ku navenda xebatên wê Amed e, ji bo pewerdeya zarokan a muzîkê pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” amade kiribû. Akademî, ji bo pirtûkê bigihîne zarokan niha jî kampanya da destpêkirin. Ma Musîcê starta kampanyaya xwe ya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok" da.
Di vîdeoya çarçoveya kampanyayê de hatiye weşandin de wiha hate gotin: “Ji bo zarokên welêt bi stranên Kurdî mezin bibin me ev kampanya da destpêkirin.” Ji bo hemû derdoran jî ev bang hate kirin: “Pirtûk ji we, gihandina wan a zarokan ji me.”
Kesên dixwazin xwe bigihînin pirtûkê dikarin li vê hejmara telefonê bigerin: 0549 108 15 15
MA/AMED