Bi rihê Kobanê biparêzin
Sêşem 10 Kanûn 2024 - 03:05
Kurd û dostên wan ên li ser banga KCDK-E’yê li gelek bajarên Ewrûpayê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
ELMANYA
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurda a Demokratîk a Hamburgê (DKTM), Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meş hate lidarxistin. Enternasyonalîstên Elman û komên çep ên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê. Li ser navê TCŞ’ê Ciwan Çewlîg got:“Em weke ciwanên Kurd xwedî li rûmeta xwe derdikevin. Em bang li gelê xwe û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku bi ruhê Kobanê Minbic û Rojava biparêzin û her qadê bikin qadê berxwedanê.”
Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li bajarê Bochum li stasyona trenê ya navendî çalakî hat lidarxistin. Di protestoyê de hate destnîşankirin ku dewletên Ewropa û NATO bi bêdengmayîna li hemberî êrîşan teşwîq dikin.
Li bajarê Stuttgart, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, ji bo prostestokirina êrîşên li ser Minbic û herêma Rojavayê mitîngek hat lidarxistin. Di mitîngê de banga piştgiriya bi gelên Rojavayê re hat kirin û dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin.
Li bajarê Friedrichshafen Kurdan, di serî de Minbic, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Çalakvanan bangî raya giştî ya navneteweyî kirin ku bêdeng nemîne.
Li bajarê Nurnberg li dijî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê bi banga çalakiya lezgîn re çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.
Kurd û dostên wan li Lîndenplatz a bajarê Lubeckê li hev civiyan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê yên Kurdistanê meşiyan.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Halle yê bi mîtîngekî hate protestokirin.
HOLLANDA
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, çeteyên terorîst ên ku bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî ser Minbicê dikin, bi girseyî hatin şermezarkirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Kurd li ku derê cîhanê dibe bila bibe wê destkeftiyên Kurdan biparêze.
FRANSA
Li bajarê Toulouse yê Fransayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya metroya Jean-Jauresê bi mîtîngekî hate protestokirin.
Di çalakiyê de flamayên YPG-YPJ û posterên Rêber Apo hatin hilgirtin û peyamên silavkirin û xwedîderketina li gelê Rojava hatin dayîn.
ÎNGÎLÎSTAN
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Îngilistanê (DGB) ku di nav de Kurd, Elewî, çep, sosyalîst, rêxistinên şoreşger û komeleyên herêmî heye, ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Rojava û operasyona li dijî Navenda Civaka Kurd a li ber Haringey Civic Centre ya Londonê çalakî li dar xistin.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Trenê li dijî êrîşên li ser Rojava hatin ba hev.
Tevî hewaya sar û bahozê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên li dijî Rojava û operasyonên li dijî Navenda Civaka Kurd a Londonê li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Sheffieldê şermezar kirin. Di çalakiya ku ji aliyê Tora Piştevaniya Kurd û Kurdan ve hate organîzekirin de pankarta “Dest ji Kurdan berde”, alên YPG, YPJ û wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin. Gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava" hatin berzkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN