Otonomiya Federal a Çandî û Netewî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê fîlmek bi navê ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê” amade kir û li Navenda Mala Kurda ya Moskowayê cara yekem pêşkêş kir. Di pêşandanê de gelek nûnerên siyasî, çandî yên herêmê û mêvanên ji neteweyên cuda amade bûn.
Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Netewî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhad Patiyev, diyar kir ku ew demeke dirêje ji bo vê fîlma anîmasyonê amadekarî dikin. Patiyev, behsa projeya amadekirinê kir û anî ziman ku plana wan a wergerandina vê fîlmê ji bo hemû zaraveyên Kurdî hene.
Yekîtî ne têgeheke razber e
Derhênera filmê Gûlvayêra Kûtsênkova jî diyar kir ku wan beşa yekemîn a fîlma anîmasyonê ya bi navê ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê’ diyarî Kurdistanê kirine û got:“Armanca filmê ew e ku bi çîrokên ciwanan nîşan bide ku yekîtî ne têgehek razbere. Berovajî wê hêzek rastîne ku ji bo derbaskirina astengiyan dibe alîkar. Dema ku em li ser fîlmê dixebitîn, carnan xuya dibû ku ne mimkûne her tiştê ku em dixwazin bibêjin; li ser mîtolojî, çand, dans, amûr, heywan, çalakiyên kevneşopî di dema xwe de pêk bên. Me tenê dest avêtiye serê qeşayê. Lê ez hêvîdar im ku Otonomîya Kurd vî karî berdewam bike û çanda xwe bi ciwanan bide nasîn. Di meha Nîsanê de me dest bi vê xebatê kir. Pêvajo ji heft mehan zêdetir dem girt. Li ser konseptê nîqaş û nêrîn hatin girtin. Me bi Komîteya Bacê ya Federal re bi awayekî hevaheng biryar da ku em ê çi têxin filmê û çi dikare were derxistin. Pisporên Otonomiya Federal ya Çandî û Netewî a Kurdan, bi taybetî Ferhad Avramanovîç Patîyêv û Amîna Krayîş gelek alîkarîya me kirin. Me hewl da ku hêmanên ji kevneşopiyên cihêreng berhev bikin da ku cihêrengiya wan nîşan bidin.”
Xelkê pirr eciband
Kûtsênkova li ser pirsa “gel projeya we çawa dît?” ev bersiv da: “Atmosferek ecêb bû. Piştî danasînê, gel li çepikan xist spasî û daxwazên xwe gihandin me. Ev yek bandorek mezin li me kir.”
Her wiha, Otonomiya Federal ya Çandî û Netewî Gûlvayêra Kûtsênkova ji ber xebata xwe, hat xelat kirin. Hêjayî gotinêye ku di pêşandanê de pirtûka “çîrokên netewan” ku ew jî bi piştgiriya Otonomiya Federal ve hatibûn çapkirin li mêvanan hat belav kirin. Nivîskarê pirtûkê jî axivî û wisa behsa pirtûkê kir: “Em çîrokên li ser gelên Rûsyayê gotûbêj dikin û ez pir kêfxweş bûm ku beşdarî vê projeyê bûm. Înîsiyatîfên wiha balkêş in, ji ber ku hûn dikarin çîrokan bi zimanê resen, yên mirovên ew îcad kirine, bibihîzin. Ji aliyê din ve hûn dikarin bi rûsî li wan guhdarî bikin. Ev girînge, ji ber ku piraniya mirovên li welatê me bi rûsî diaxivin. Lê kesên ku bi zimanên weke tacîkî û Kurdî dizanin jî hene. Bi saya wergerandina çîrokan bi rûsî, çand û dîroka gelan ji hejmareke mezin re tê gihîştin.”
ANF/MOSKOVA