- Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku gund bi gund çîrokan kom dike, diyar dike ku di jiyana xwe de karê înşaetê, karê parêzerî û şaredariyê kir, lê tu tiştî bi qasî çîrokbêjiyê ew bextewar nekiriye.
Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku 7 sal in çîrokbêjiyê dike, ji bo çîrokan kom bike gund bi gund digere. Ayhan Erkmen, dema zarok bû li gund ji apê xwe, kal û pîrên gund bi salan çîrok guhdar kir. Dengbêj guhdar kirin. Çîrokbêj û dengbêjan bandorek mezin li ser zarokatiya wî kir û ji bo deynê wan çîrokbêj û dengbêjan bide niha bi şopa çîrokên wan ketiye.
Ayhan Erkmen di zarokatiya xwe de gelek kar kirin. Ji karê înşaetê bigire heta parêzeriyê, ji parêzeriyê heta karê şaredariyê di gelek qadan de xebitî. Ayhan Erkmen piştî li Bajaroka Bazarcixa navçeya Dîgorê ya Qersê bû şaredar hat girtin û nêzî 10 salan girtî ma. Dema di zindanê de girtî ma, bêtir li ser çîrokbêjî, çand û hunerê lêkolîn kir û lêhûrbûna xwe bêhtir da ser çîrokbêjiyê. Ayhan Erkmen piştî ji zindanê derket, dest bi komkirina çîrokan kir û hem çîrok kom kirin û hem çîrokbêjî kir. Ayhan Erkmen çarê çîrokbêjiyê ji bo xwe wekî deynekî ku kal û pîran di stuyê wî de hiştiye dibîne û ji bo vî deynê xwe bide ketiye nava lêgerînê. Çîrokbêj Ayhan Erkmen bi gotina:“Ez deynekî didim; deynê ku ew çîrokbêjên ez li ber çokên wan rûdiniştim û min çîrok û stran guhdarî dikirin” deyndariya xwe tîne ziman.
Ez deynê xwe didim
Ayhan Erkmen ji bo deyndariya xwe wiha dibêje:“Ez deyndarê wan çîrokbêj û dengbêjên ewil ê ku zarokatiya min ji vê rojê heta îro jiyana min bi xewn û xeyalan, bi çîrok û stranan dewlemend kirin. Ev çîrokbêjiya min deyndayîrek e. Ji ber vê yekê her tim di wê zarokatîya xwe de digerim û dimeşim.
Çîrokbêj Ayhan Erkmen çîrok û serpêhatiyên ku ew dibihîse, bi wan re dijî û li ser van hestên xwe wiha dibêje:“Car caran lehengê çîrokên min tê xewnê min. Di hemû jiyana min de belav bûne di van çîrok û serpêhatiyan de bext heye. Xisletên gele Kurd heye. Ev yek derîyeki efsûnî li pêşîya min vedike.”
Ayhan Erkmen, hinek caran bi rojan bi destanekê re mijûl dibe û mijûliya xwe wiha tîne zimên:“Dema ku li ser destana Dewrêşê Evdî xebitîm wê bi salan kişand. Min hemû stranên ser wê destanê hatine qeyd kirin guhdarî kirin. Baqîyê Xido li ser vê destanê sê saetan strîyaye. Min ew destan belkî deh caran guhdarî kiriye. Hemû dengbêjên din jî wisa ne. Dîsa min nivîs û berhemên ku derbarê Derwêşê Evdî û Edûlê de hatine nivisandin xwendin. Dûre min destana Dewrêşê Evdî nivisî. Ez bi salan li ser xebitîm. Geh dihatin xewna min, geh di rêwîtiyên şeş heft saetan ên ku ez ji Qersê dihatim Amedê ez tim bi wan lehengan re diaxivîm. Vê yekê ez gelekî Bextewar dikirim li vê dinyaya derewîn.”
Dixwazim gelek kesan fêr bikim
Ayhan Erkmen, demekê karê înşaetê kir, demekê parêzerî kir û demekê jî şaredar bû. Lê tam jê negirt. Ew bi karê berê bextewar nebû. Ayhan Erkmen bextewariya xwe bi van gotinan vedibêje:“Ev dikeve sala heftan ez gund bi gund digerim. Çîrokan berhev dikim dûre bajar bi bajar digerim çîrokan belav dikim. Dûrî hesabên roja îro di zarokatiya xwe de dijîm. Ji ber ku jiyana min tim di destanan de di çîrokan de ye. Ez di wê baweriyê de me ku qet tiştek li vê dinyayê qasî vê yekê mirov bextewar nake. Ez dixwazim gelek kesan fêrî çîrokbêjiyê bikim. Alîkariya wan bikim û perwede bikim. Ji bo berhevkirina çîrokan têkîliyan çawa datînim çawa diçim gundan çawa berhev dikim li ser wan çawa dixebitim wan bi çi awayî dibêjim fêrî wan kesan bikim.” Çîrokbêj Ayhan Erkmen heta niha gelek çîrok kom kirine. Li ser van xebatan û vê xeyal û armancê wiha dibêje: “Ya duyemîn jî li ser wan gelek çîrok û destanên ku di vîdeoyên min berhev kirine de ne. Di tûrikê min de ne bixebitim. Gund bi gund bigerim û ji wan re bibêjim. Dixwazim ez bi çîrokan bikevim mala her kurdan dile her kurdan ku Kurd bi çîrok û destanan bijîn. Bi wan dile xwe av bidin û lê xisletê kurdayetiyê li çîrok û destanan xwedî derkevin.”
AW/LEZGÎN AKDENÎZ