Çîrok û destanan biparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 01:15

  • Çîrokbêj Ayhan Erkmen têkildarî girîngiya çîrok û destanên Kurdî got; "Ji ber bi salan e Kurd di bin zext û êrişan de ne û dewleta wan bindest e heger destan, stran, çîrokên Kurdan jî tunebûyana Kurd wê xelas bibana. Çîrok û destanên me jî xisletên miletê me vedihewînin. Loma jî divê bên parastin, parvekirin û zanîn.”

ROZA METÎNA / AMED  

Çîrokbêj Ayhan Erkmen ê ku gund bi gund digere û çîrokên Kurdî kom dike di heman demê de bajar bi bajar digere û bi projeya çîrokên muzîkal derdike pêşberî gel. Ayhan Erkmen wê vê bernameya xwe ya vegotina çîrokan di heman demê de li derveyî welêt jî pêk bîne. 

Ayhan Erkmen li ser çîrokên Kurdî, girîngiya çîrokan û xebatên ku heta niha derbarê vê mijarê de kiriye ji me re rave kir. 

Ayhan Erkmen da zanîn ku ew gund bi gund digere û çîrokan dide hev û got: "Ez li gundekî Dîgora Qersê hatim dinê. Gundê me Bazarcix e. Heta 7-8 saliya min jî ceyran li gundan tune bû. Bi taybet havînan kar û bar hebû lê zivistanan em diçûn odeyan kom dibûn. Li odeyan dengbêj û çîrokbêj hebûn. Çîrok û stran digotin. Pir zarşêrîn bûn. Jin nedihatin wan odeyan. Min çîrok û stranên lê guhdar dikirin dihat ji xwişk û diya xwe re digot. Kêfa wan jî dihat. Bi wî awayî çîrok bû perçeyekî ji jiyana min. Ez di dawiya 2011'an de hatim girtin û 7 salan di girtîgehê de mam. Li wir jî ez li ser çîrokên Kurdî xebitîm. Min klasîkên Kurdî xwendin. Min li wir pirtûkên nivîskarên Kurd ên Kafkasyayê xwendin. Her wiha min çîrokên dinyayê jî xwendin. Yek ji armanca min ew bû ku ez derkevim gund bi gund çîrokan bibêjim. Dûre min nihêrt ev platformên tevna civakî hene. Bi parvekirinan min dît ku eleqeyek jî heye. Ji wê şûndetir ev 6 sal in ez gund bi gund digerim û çîrokan didim hev. Dawiyê jî dîsa bajar bi bajar digerim û çîrokan parve dikim."

Divê çîrok û destanên me bên parastin

Ayhan da zanîn divê çîrok û destanên Kurdan her tim bên parastin û wiha pê de çû: "Çîrok ne tenê ji bo Kurdan watedar û girîng in. Ji bo hemû dinyayê wiha ye. Mînak tu destana Îlyada Odysseia ji wêjeya Yewnanan derxe wê pir kêm bibe. Yan jî em destana Gilgamêş ji nav destanên cîhanê derxin ev ê jî bibe kêmasiyeke mezin. Ji ber bi salan e Kurd di bin zext û êrişan de ne û dewleta wan bindest e heger destan, stran, çîrokên Kurdan jî tunebûyana Kurd wê xelas bibana. Çîrok û destanên me jî xisletên miletê me vedihewînin. Loma jî divê bên parastin, parvekirin û zanîn. Ew xisletên me yên ji dinyayê re bûne mînak ji wan destan û çîrokana tên. Dema em derdikevin ser dikê û çîrok an stranek tê gotin em bi hev re digirîn. Ji ber dil bi hev re diavêje. Di destana Dewrêşê Evdî de dema em qala qehremaniya Dewrêş dikin hestên guhdarvan û temaşevanan bêtir diavêje. Ji ber bi bêbextî Derwêş kuştine. Her kes bi hêrs dibe. Loma divê destan, stran û çîrokên me bên zanîn. Ji ber xisletên miletê me tê de veşartîne." 

Çîrok û destan pêşî li asîmîlasyonê digirin

Ayhan diyar kir ku çîrok û destan pêşiya asîmîlasyonê digirin û wiha dewam kir:"Çîrok û destan pêşiya asîmîlasyonê digirin. Ji ber ku dil û rihê mirov zevî bin çîrok û destan jî tov in. Dema bi çîrok û destanan dil û rih teşe bigire, wê demê rast û xurt teşe digire. Dema min li Sêrtê destana Dewrêş got piştî ji ser dikê daketim min dît zarok bi navê lehengên di destanê de ba hev dikin. Ev ji bo min şanazî ye."

Stêrkan şahidiya şeva bextewar kirin

Ayhan da zanîn dema hinek dibêje te qala çîroka kalikê me kiriye pir kêfa wî tê û wiha pê de çû: "Ev 6 sal in ez derdikevim pêşberî gel û beşdariyeke xurt çêbû. Li Wanê dema min çîroka Sîo û Zelîxayê got 3-4 hezar kesî li me guhdar kirin. Ez û temaşevan giriyan. Li Mêrdînê dîsa bi hezaran kes hatin ji bo guhdarkirina çîrokên muzîkal. Keyfeke mezin li wir hebû. Stêrkan şahidiya wê şeva bextewar dikirin. Belkî lingê hespê Dewrêşê Evdî, Hedban li wan deran ketibû, em jî li dû wê şopê ketibûn. Ez bawer im rihê Dewrêş wê rojê di nava civaka me de bû û digot ez heqê xwe li we helal dikim da ku hûn navê min didin bihîstin. Ev ji bo me bes e. Hinek dema min dibînin dibêjin te qala çîroka kalikê me kiriye. Ev ji bo min rûmetek e." 

Projeya çîrokên muzîkal

Ayhan da zanîn ew bi dengbêjan re jî derdikeve ser dikê û wiha got:"Min bi qasî 150 video-çîrok amade kirine. Li Amedê bi ajansa PEL'ê re. Ji bilî vêya me 18 belgefilmên bi navê lehengên Kurdan ên sedsala 20'emîn kişand. Me 24 kurtebelgefilmên jiyana rewşenbîrên êzdiyên Kafkasyayê amade kir. Me jiyana wan kişand.Em bi ekîba xwe re çûn ax, welat, cih û warê ku êzdî lê jiyabûn. Me bi qasî 18 beşan belgefilm çêkirin. Me li ser mijara heta niha çi hatine serê wan, jiyana xwe çawa dewam dikin belgefilm çêkirin. Her wiha min rêzebelgefilmên bi navê Bîr kişand. Ev jî têkildarî jiyana kal û pîrên ku çîrokek wan hebûn. Ez niha jî bi projeya çîrokên muzîkal derdikevim pêşberî gel. Ez bi dengbêj Kerîmê Jîrkî û Hediye re derketim ser dikê. Ji Navenda Çanda Baharê jî hunermend Bariş, Welat û Vedat jî bi sazên xwe li cem me ne. Şanoger Apocan jî wek derhênerekî tim me dişopîne û ji bo kêmasiyên me çênebên rê nîşanî me dide. Min û muzîkjen Kemal Yildirim jî tevde oratorya Dewrêşê Evdî nivîsî. Armanca me ew e ku em orotorya Dewrêşê Evdî derxin ser dikê. Min efsaneyên Kurdan jî amade kiriye. Destanên mîna Ristemê Zal, Cemşît û Kawayê Hesinkar. Ez ê li ser dikê jiyana wan bi devkî bînim ziman. Em ê bi hunermendên jin jiyana Rindêxana Hevjîna Mihemedê Elîyê Ûnis e, Dîdoya Qîza Dewrêş Begê Birê Seyitxanê Ker derxe ser dikê." 

‘Bila li dervayî welat jî werin bihîstin’

Ayhan herî dawî got: "Daxwaz û xwesteka me ya ji bo gelê me ev e ku çîrok û destanên xwe zanibin. Bila zarokên xwe bi çîrok û destanên Kurdî mezin bikin. Ew ê bêtir zarokan jîr û jêhatî bikin. Em dixwazin çîrokên me yên muzîkal li welatê me û li derveyî welat jî bên guhdarkirin û bihîstin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.