Fîlma ‘Jin 18’

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Kanûn 2024 - 00:53

Her sal di navbera 25’ê Mijdarê û 10’ê Kanûnê de, li seranserê cîhanê kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser bingeha zayendî tê lidarxistin. Kampanya bi armanca bilindkirina hişyariyê û seferberkirina çalakiyan ji bo bidawîkirina her cure tundiya li ser jin û zarokên keç e. Bi vê armancê bi hevkariya derhênerê Mexrîbê Atîqa El-Aql, Komeleya Jinên Demokratîk a Mexrîbê û Komeleya Pêşxistina Naamayê kurtefîlma "Jin 18" hat pêşandan. Fîlm di civaka Mexrîbê de balê dikişîne ser zewaca zarokan Sahneya yekem ên fîlmê zarokek keç bi kalek re dizewice destpêdike. Di berdewamiya fîlmê behs dike ku zarok ji mafê xwe yê perwerde, paşeroja xwe bêpar tê hiştin, ducanî dibe êşa zayînê dikşîne. Derhêner Atîqa El-Agl diyar kir ku wê balkişandiye ser zewaca zarokan û got:“Ez baldikşînim xeteriyên civakê ya bi zewaca temen biçûk û bi vê re armanca min hişyarî avakirin e. Divê li dijî rastiya zewaca zarokan têkoşîn bê kirin û perspektîfa civakî bê guhertin." 

Sînema bi bandor e

Der barê rola sînemayê di xizmetkirina pirsgirêkên jinan de Atîqa El-Eql da zanîn ku îmaja sînemayî di warê dengî-dîtbarî de girîng e û da zanîn ku gelek peyam dikarin bi rihetî werin ragihandin. Atîqa El-Al diyar kir ku bi rêya hûnerê tiştê jinan dijîn tînin ser ziman û wiha got:“Fîlma 'Jin 18' di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Festîvalê li bajarê Fezê de hêjayî xelatê hat dîtin. Xebata li ser mijarên mafên mirovan û  ên jinan jî parçeyek ji têkoşînê ye."

Çalakvana mafên mirovan û Seroka Komeleya Pêşketinê ya Naama Hafîda Ben Saleh diyar kir ku fîlma "Jin 18" behsa zewaca zarokan dike ku her çiqas di civaka Mexrîbê de sûc e jî berdewam dikin û wiha got:"Cihê zarokên keç ne zewac e, li dibistan û qadên lîstikê ye. Zewaca zarokên keç  bandorê li pêşketina civakê dike. Sînema îro bûye mekanîzmaya parastina mafên jinan. Ew bûye amûreke bi bandor di şerê li dijî tundî û cudakariyê de, di guhertina reftarê de, di şerê li dijî zihniyeta desthilatdariyê de û di pêkanîna guhertinan de li ser asta siyasî, civakî û çandî."

NÛJINHA/HANAN HARÎTE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.