Mihrîcana şanoyê ya kêmendaman

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Kanûn 2024 - 01:25

Li Kirmaşanê 8’emîn Mihrîcana Şanoya Kêmendamên Herêma Zagrosê, di rojên 6-9’ê Kanûnê de hat lidarxistin. Komên şanoyê ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Îlam, Sine, Hemedan, Loristan û Kirmaşanê beşdarî mihrîcanê bûn. Ji bo mihrîcanê, 87 lîstikên şanoyê serlêdan kirin, ji 14 lîstikan re destûra derketina ser dikê hat dayîn. 5 kom ji Kirmaşanê 4 ji Sineyê 3 ji Îlamê 1 ji Hemedanê 1 jî ji Loristanê tevli bûn.

Mihrîcan bi mijarên şanoya dikê, şanoya kolanê, şanoya zarok û ciwanan, şanoya kûkla û nivîskariya lîstikê hat lidarxistin û kesên kêmendam beşdar bûn. Her wiha di dema mihrîcanê de ji bo beşdaran, atolye û semîner hatin lidarxistin

Yek ji performansên mihrîcanê ya balê kişand jî pêşandana du hevjînên kêmendam bû. Hunermend Sudaabe Gholnama û Zaniar Khayr ku bi hev re çend sal in di warê hunerê de dixebitin, li ser mihrîcanê ji axivîn. Sudaabe Gholnama ya 28 salî diyar kir ku hemû endamên komên şanoyê kêmendam û got: “Nêzî du salan e, bi şanoyê re mijû dibim. Koma me ya çar kesî ya di mihrîcanê de cih girtiye de hemû kes kêmendam in. Berhema me ya şanoyê, behsa jin û mêrek hevjînên hev ên dema nû zewicîne biryar dane koçî Emerîkayê bikin lê her dem rastî pirsgirêkan hatine û her carê dest ji koçberiyê berdane dike.” Zaniar Khayr Abadî, diyar kir ku ew bi hevjîna xwe re lîstiye, di warê zehmetiya mercên kesên kêmendam û nêrîna civakê ya li wan de jî wiha got:“Ez ji sala 2008’an ve şanoyê dilîzim. Di şanoyên kêmendaman û yên din de xebitîm. Dibe ku bejn û fizîka me bi pirsgirêk be lê van rewşan pêşî li me negirtin. Armanca me ew e em di civakê de hebin û xwe nîşan bidin. Civaka ku em tê de dijîn divê rewşa me fam bike.  Daxwaza me tenê ew ku mirov enerjiya pozîtîf bidin me. Bi vî awayî em ê bikaribin xebatên xwe bidomînin.”

NÛJINHA/KIRMAŞAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.