Huner di parastina çand û dîroka her neteweyekê de gelek girînge û hunera şêwekariyê jî weke beşeke girîng ji hunera her neteweyekê tê hesibandin. Jinên hunermend û şêwekar ên bajarokê Çemçemal ê parêzgeha Silêmaniyê, têkildarî rola jinan di parastina çand û dîroka gelê Kurd ji Rojnews’ê re axivîn.
Yek ji şêwekarên Çemçemalê Kazîwe Fatîh got:“Di karê hunerê de em jin hewl didin ku di xebatên xwe de mohra xwe diyar bikin. Ji ber ku girînge ku em bala xwe bidin pirsgirêkên navxweyî. Pirsgirêkên neteweyî jî ji bo me gelek giringe. Di paşerojê de wê projeyek me ji bo mijara Enfalê hebe û hemû tabloyên me wê li ser mijara Enfalê be ku mijarek netewî ye. Dema em karekê dikin yan dariştinek çêdikin, pêwîste destpêkê bifikirin ku morikek xwemalî di nav de hebe.“
Hunermendek din a Çemçemalê Lane Fayeq jî li ser rola jinan a di parastina çand û hunera Kurdî de axivî:“Me çanda welatê xwe û bûyerên xwe yên dîrokî xêz kiriye. Lê dibe heta niha tabloyên me nehatibin pêşandan. Emê bi berdewam çanda welatê xwe xêz bikin û bi tabloyan nîşan bidin. Ji ber ku em hunermend in û karê me şêwekariye, em dixwazin tiştên ku di destên me de hene bi rêya tabloyan nîşan bidin û bigihînin welatiyan. Bi baweriya min çêkirina tabloyekê gelek tiştan nîşan dide. Ji bo wê em pirsgirêka xwe ya netewî û dîroka gelê xwe di tabloyekê de nîşan didin. Bi vî awayî hem ji bo ku çanda hunerê wek tabloyek bihêlin û hem jî ji bo gelê xwe nîşan bidin ku em xwedî dîrokin.”
Di dewama axaftina xwe de Lane Fayeq qala bandora welatên biyanî kir û got:“Ji ber ku em hemû dizanin ku di her beşê civakê de welatên biyanî hene, heta di tabloyên me de jî. Gelek tabloyên me hene ku ji welatên biyanî hatine vir. Lê belê weke min û hevalên xwe yên di Komeleya Hunerên Bedew ya Çemçemal de, me ji ya welatê me zêdetir rê nedaye ku çanda tu welatekî têkeve tabloyên me. Ji ber ku reseniya me ya Kurdî pir xweş e, em dixwazin reseniya xwe nîşanî welatên biyanî bidin.“
ROJNEWS/ÇEMÇEMAL