• Gerîla: Wek gerîlayên HPG’ê bi saya fikrên Rêber Apo, em ê her li vê çanda xwe xwedî derkevin. Em ê kilamên xwe her bibêjin, ji ber ku dema em van kilaman dibêjin, em dîroka xwe jî ji nû ve zindî dikin.

AXÎN AMÛDÊ
BEHDÎNAN

 

Gerîlayên HPG li hêlekê şer dikin lê li hêlekê jî bi çand û hunerê Kurdî re mijûl in. Di nav şert û mercên çiya yên zehmet de jî ew dev ji çanda xwe bernadin û vê çandê bi her awayî pêk tînin.
Ji bo Kurdan dengbêj tim bûne bîra civakî û bi stran û kilamên xwe dîrokek vejandine. Desthilatdaran çanda Kurdan tine kiribû û haya Kurdan ji vê nebû. Lê dengbêjan çand û dîroka Kurdan anî ziman. Niha jî gerîlayên Kurd yên li serê çiya ji bo çand û dîroka xwe şer dikin, çanda dengbêjiyê diparêzin û bi deng û awazên xwe vê çandê ji nû ve vedijînin. Gerîlayên HPG´ê behsa dengbêjî û hunerê Kurdî dikin.

Em ê vê çandê her biparêzin

Gerîla Sîpan Selmas derbarê hunerê Kurdî de dibêje, “Her miletek çand û hunerê xwe heye. Her miletek çand û dîroka wan hatiye nivisandin, lê ya Kurdan ev 5 hezar sal in bi destê deshilatdaran hatiye tinekirin û nehatiye nivîsandin. Lê mirov dikare bibêje bi rêya dengbêjî û kilaman, ev dîrok hatiye ser ziman, ji ber vê yekê ev kilam ji bo me girîng in û bi mane ne.” 

Sîpan Selmas balê dibe ser dîroka Kurdan a ku di roja îro de bi rêya dengbêjiyê dewam dike û wiha pê de diçe, “Her çiqas êrişên dagirkeran li ser çand û dîroka Kurd hebe jî em her çanda xwe vedijînin. Ji ber Kurd bi çanda xwe tên naskirin û nikarin dev ji çanda xwe berdin. Ji ber vê yekê dengbejî hem ji bo gelê Kurd û hem ji bo me pirr girîng e û em ê her vê çandê biparêzin”.

Bîra gelê Kurd in

Ozan Botan jî yek ji gerîlayên HPG’ê ye, derbarê kilamên gerîlayan de hestên xwe wiha dide der, “Hesta her Kurdekî di Kurdistanê de derbarê çandê de pirr girîng e, desthilatdariya heyî di rêya şerê taybet re bandoreke xwe li ser çand û hunerê Kurdan heye. Ev êriş ne hema welê ne, û ev hezar sal in dewam dikin. Gelê Kurd li hember van êrişan bi awayekî pir xurt, bi saya stranên gelêrî û denbêjiyê li ber xwe dide û çanda xwe diparêze.”


Gerîla Ozan behsa kilamên kevnar dike û dibêje, “Ev kilam ji bo gelê Kurd bûn wek hafizayekê. Dema em van kilamên kevin dibêjin, em di heman demê de diçin wê dîroka xwe ya kevn jî û bi vî awayî em dîrokê vedijînin. Şerê ku çêbûne û qirkirinên bi serê Kurdan ve hatine gelek in, em bi rêya kilaman xwe digihînin van hestan. Wek gerîla dema mirov lê binihêre hêstên herî paqij, hestên gerîla ne. Heger ew hest bi gerîla re tinebe, gerîla nikare rojekê jî li serê van çiyan bijî. Ji ber ku hestên tolhildanê bi gerîla re tinebin, hêrsa li hember dijmin zêde nabe. Ji bo wê, gerîla çanda xwe dewam dike, hestên gerîla bi saya serokatî û şehîdên me dewam dikin û em hêza xwe ji wan digirin.”

Haya Kurdan ji çanda wan heye

Gerîla Serfiraz Malazgirt jî derbarê çanda Kurd û manewiyata wê de dibeje; “Çanda ku îro roj Kurd pê dijîn, pirr bi mane ye. Dema mirov berê xwe dide çanda Kurd û li kilaman guhdarî dike çandeke pirr bi êş derdikeve hemberî mirov. Ji ber ku çand û dîroka me di bin êrişên dijwar de maye. Gelê Kurd gelekî wisa ye ku bi çanda xwe tê naskirin, li gel ewqas zilm û zoriya ku bi ser wan de tê, dev ji çanda xwe bernadin û her diçe bêhtir pê ve tên girêdan. Rêber Apo ji bo hişyarkirinê kedeke mezin da, gelê Kurd îro hay ji çanda xwe heye. Çanda Kurdan çandeke dewlemend e, tije destan, çîrok û kilam in. Ji ber van sedeman, dijmin êrişê dibe ser Kurdan û dixwaze ew tim bindest bimînin û ji çanda xwe qut bibin. Lê Rêber Apo ev tehlûke dît û rê neda vê tiştê. Em jî wek gerîlayên HPG’ê bi saya fikrên Rêber Apo, em ê her li vê çanda xwe xwedî derkevin. Em ê kilamên xwe her bibêjin, ji ber ku dema em van kilaman dibêjin, em dîroka xwe jî ji nû ve zindî dikin.”