Şertên Îmralî şertên êşkenceyê ne

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 02:15

  • Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku li gorî biryara DMME'yê muwekîlên wan ji sala 2014'an û vir ve li Îmraliyê di bin êşkenceyê de ne û dosyayên tecrîdê yên li NY'ê bi bîr xist û got, Tirkiye wê mehkûm bibe.

SERKAN DEMÎREL / ANF / CENEVRE

Tecrîda li Îmraliyê di kîjan astê de ye, mafê hevdîtinê yê mehkûmên li Îmraliyê çawa têne astengkirin, CPT çima bêdeng e? Ji bo şikandina tecrîdê hewldaneke bi çi rengî heye? Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ev mijar  nirxand.

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku demeke dirêj wan bi rêya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û organên Konseya Ewropayê (KE) mekanîzmayên hiqûqê yên navneteweyî bi kar anîn û got, "Min qala nêzîkatiya DMME'yê kir. 12 sal in bersiv ji serlêdana me ya têkildarî tecrîdê re nehatiye dayin.

Bi erka dadgeha navnetewî ye

Me berê serî li komîserî û organên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên têkildarî mijarê didan. Ji bo tecrîdê ji holê rakin di 29'ê Tîrmeha 2022'an de serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY'ê dan. Ev komîte mîna DMME'yê bi erka dadgeheke navneteweyî radibe.

Daxwaza me qebûl kir

Serlêdanên şexsî werdigire û bi navê wan dewletan darizandinê dike. Ji DMME'yê cudatir li seranserê cîhanê erkdar e. Me di vê çarçoveyê de bi daxwaznameya xwe ya têkildarî rewşê serî li vê derê dan. Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê 6'ê Îlona 2022'an daxwaza me qebûl kir û ji hikumeta Tirkiyeyê daxwaza tedbîrê kir.

Divê karibin parêzeran bibînin

Komîteyê ragihand ku şert û mercên tecrîdê ne yên qebûlkirinê ye û ji Tirkiyeyê xwest, ku rê bide Abdullah Ocalan û sê mehkûmên din ên li Îmraliyê ku karibin bê astengî parêzerên xwe bibînin.

Tirkiyê daxwaz bi cih neanî

Tirkiyeyê tevî vê biryara komîteyê jî tiştek nekir û daxwaz bi cih neanî. Me ev rewş ji Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê re careke din ragihand. Li ser vê yekê komîteyê Çileya 2023'an careke din biryara tedbîrê wergirt. Lê belê Tirkiyeyê ev daxwaz bi cih neanî.

Wê Tirkiyê mehkûm bike

Niha jî li Komîteya Mafên Mirovan a NY'ê ev doza me dewam dike. Em di wê baweriyê de ne ku Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê wê Tirkiyeyê mehkûm bike. Ji ber ku ev tecrîd ne li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, peymanên NY'yê û di heman demê de ne li gorî destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye.

Şertên Imraliyê êşkence ye

Her wiha di 17'ê Gulana 2024'an de me serî li Raportorê Taybet ê li ser Serxwebûna Parêzeran, Dadgeran û Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan. Me serî li Raportorê Êşkenceyê dan, ji ber ku şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê êşkence ne. Ev rewş bi gotineke din nikare bê pênasekirin, ji ber ku ev şert û merc bi rengekî şênber êşkence ye.

Binpêkirina xala 3’yan e

Di sala 2014'an de têkildarî cezayê muebbetê yê girankirî me serî li DMME'yê dan. Têkildarî vê serlêdanê DMME'yê biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî tê wateya binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan. Yanî biryar da ku li Îmraliyê qedexeya êşkenceyê hatiye binpêkirin. Ji ber vê jî diyar kir ku şêweyê bicihanîna cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî êşkence ye. Li gorî vê biryara DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an dema ragihandina vê biryarê û vir ve ji aliyê hiqûqî ve di bin êşkenceyê de ne."

Bêdengî têkilî meseleya Kurd e

Îbrahîm Bîlmez işaret bi bêdengiya saziyên erkdar ên têkildarî tecrîdê kir û got, "Bêdengiya dewletan û saziyên fermî yên di ser dewletan re ne, bi temamî pêwendiya xwe bi meseleya Kurd re heye. Rewşeke welê ye ku bi nêzîkatiya li ser çareserî yan jî neçareseriya meseleya Kurd re têkildar e. Dawiya dawî şert û mercên tecrîdkirina Birêz Ocalan û çareseriya meseleya Kurd ji hev cuda nîne. Rewşa Birêz Ocalan tê zanîn. Abdullah Ocalan hem ji aliyê gelê Kurd ve weke lîderekî tê dîtin hem jî di çareseriya meseleya Kurd de aktorekî girîng e."

Ocalan şansekî mezin e

Îbrahîm Bîlmez hevdîtinên Osloyê yên navbera rayedarên dewletê û PKK'ê bi bîr xist û got, "Piştre di sala 2012'an de bi navê 'pêvajoya çareseriyê' pêvajoyekê destpê kir. Birêz Ocalan yekser muxatab hate dîtin. Lewma divê bi rengekî eşkere bê gotin, Birêz Ocalan hem ji bo dewleta Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê şensekî mezin e. Di mijara çareseriya meseleya Kurd de xwedî nêzîkatiyeke ji dil e û îradeya xwe heye. Dema ku em diçûn Îmraliyê me ev rewş dît.

Ji bo çareseriyê hêzek e mezin e

Birêz Ocalan her tim di nava hewldaneke çareseriyê de bû. Me dît ku hêza wî ya pêkanîna vê yekê heye. Hemû meseleyên li cîhanê yên dişibin vê meseleyê lêkolîn kir. Pêşniyarên herî maqûl ên çareseriyê afirand. Lihevkirina Dolmabahçeyê bi vî rengî pêk hat. Bi rastî jî ji bo çareseriya vê meseleyê xwedî samîmiyet û hêzeke mezin e."

Kampanyayê ji nedîtî ve tê

Li ser kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ya ku 10'ê Cotmehê di asta navneteweyî de hate destpêkirin Îbrahîm Bîlmez got, "Bi dîtina min ev kampanya gelekî girîng e. Şensê Tirkiyeyê nîne ku vê kampanyayê ji nedîtî ve bê. Eger Tirkiye ji nedîtî ve bê jî rastî bi vî rengî nîne. Ev kampanya zerarê dide îmaja Tirkiyeyê.

Em ê tecrîdê bişkînin

Perspektîfên Birêz Ocalan ên li ser çareseriya li Rojhilata Navîn hem li Ewropayê hem jî li cîhanê têne nîqaşkirin. Li ser vê mijarê konferans têne lidarxistin. Bi saya vê kampanyayê şert û mercên tecrîdê hîn bêhtir hatin dîtin û fêhmkirin. Rêxistin û dewletên navneteweyî çiqasî xwe li bêdengiyê dînin jî raya giştî ya demokratîk a li van welatan êdî dengê xwe bilind dike. Lewma Tirkiye jî wê bikeve bin bandora vê yekê. Bi dîtina min eger ev kampanya bi vî rengî bi xurtî dewam bike wê di demeke nêz de encamên erênî bêne wergirtin."Îbrahîm Bîlmez herî dawî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got, "Bi rêya piştevaniyê em ê vê tecrîdê têk bibin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.