Serpêhatiyên Maya û Aztekan di gustîlkan de

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Nîsan 2023 - 03:33

Çanda civakên kevnar bi gelek awayan tê temsîlkirin. Hin çandên kevnar her çiqasî werin jibîrkirin jî ji wan çandan sembol her dimînin. Ev sembol bi awayekî wan çandan dîsa tînin bîra xelkê. Ev sembol ji bo kesên mayî bi nirx û mane ne. Ev gustîlkên piçûk jî berhemên sinehetkarên Meksîkî ne. Ev gustîlk sembolên çanda Aztek û Maya ne. Sinehetkarên Meksîkî dema van gustîlkan çêdikin ji evîn, serpêhatî û bûyerên Aztek û Mayayan îlhamê digirin û bi vî awayî van gustîlkên piçûk disêwirînin. Her gustîlkeke zivîn serpêhatiyekê vedibêje.

Malpereke bi navê Namik, li Meksîkayê bi van karan re mijûl e û ew dide zanîn ku ew bi vî karî çanda Maya û Aztekan diparêze. Kesên ku vê malperê bi rê ve dibin, ji bav û kalên xwe fêrî hunerê çêkirina gustîlkan bûne û bi rêbaza pêşiyên xwe, gustîlkan çêdikin. Hest û zanînên xwe yên derbarê çandên Maya û Aztekan de bi saya van gustîlkan didin der. Her wiha piştgiriyê didin sinehetkarên Meksîkî yên ku bi vî karî re mijûl in. Ew vî karî ji bo piştevaniya hunerê kevnar xurt bibe, dikin û xelkê teşwîq dikin da ku xwedî li çandên kevnar derkevin.

MEXÎCO CITY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.