Venezuela li hev dike DYE ceza betal dike

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 19 Cotmeh 2023 - 16:09

Li Venezûelayê desthilat û muxalefetê li ser hilbijartinên serokkomariyê li hev kir. Piştî vê yekê, Emerîkayê cezayên li ser kirrîna petrol û gaza ji Venezuellayê sekinandin.

Berpirsê Îstixbarata Darayî û Terorîzmê ya Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê, Brian Nelson daxuyanî da û got, "Li gorî polîtîkaya pêkanînan a DYE’yê û ji ber bûyerên demokratîk ên li Venezuelayê, Wezareta Xezîneyê wê bihêle ku Venezuela karê xwe li ser petrol û gazê, karê xwe yê li ser zêran bike."

17’ê Cotmehê hikûmeta Venezûela û muxalefet li hev rûniştin û her du aliyan li hev kir ku nîveka duduyan a sala 2024’an hilbijartin ji bo serokkomariyê çêbibe.
Di belgeyê de ku parçeyekî pêvajoya guftûgoyê ye ku bi hêsankariya Norwêcê, li Barbadosê hatiye îmzekirin, şandeya Serokdewletê niha Nicolas Maduro û muxelefet pêşniyaz dikin ku hilbijartina serokkomariyê di nîveka diduyan a sala 2024’an çê bibe.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.