Li Ekvadorê namzetê serokkomariyê hate kuştin

Nûçeyên Cîhan

În 11 Tebax 2023 - 03:20

  • Li Ekvadorê, namzetê serokkomariyê Fernando Villavicencio hate kuştin.

Li Ekvadorê, namzetê serokkomariyê Fernando Villavicencio di dema mîtîngekê de bi çek hate kuştin. Serokkomar Guillermo Lasso ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand.

Fernando Villavicencio roja Çarşemê (9’ê Tebaxê) di dawiya mîtîngeke hilbijartinê de li paytext Quito hate kuştin. Villavisncio 59 salî û berê rojnamevan bû. Wî di kampanya xwe ya hilbijartinê de soza têkoşîna li dijî gendeliyê dabû. Villavisincio yek ji 8 namzetan bû. Li gorî anketan di hilbijartina ku 20’ê Tebaxê pêk were de Villavicencio di tûra yekem de ji sedî 13‘ê deng werdigirt û di rêza duduyan de bû. Parêzer Luisa Gonzalez ku nêzî serokkomarê berê yê çepgir Rafael Correa ye, bi rêjeya ji sedî 26,6 di rêza yekemîn de bû.

Serdozgeriyê ragihand ku di êrîşê de 9 kes ku ji wan namzetek parlamenteriyê û 2 polîs jî hene birîndar bûne û êrîşkar jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Mamê wî ji çapemeniyê re axivî û got: "Em filmekî tirsnak dijîn ku bi çekên lûledirêj 30-40 guleyan diavêjin, me dît ku birîndar ketine, ez dizanim ku çend kes mirin û mixabin Fernando hat kuştin."

Wî digot, serekçeteyan ez tehdît kirime  

Fernando Villavicencio hefteya borî gotibû ku ew û ekîba wî ya kampanyayê ji hêla serokên çeteyekê ku niha di girtîgehê de ne, hatine tehdît kirin. Villavicencio li ser hesabê xwe yê Twitterê "Tevî tehdîtên nû, em ê ji bo gelê xwe yê wêrek ê Ekvadorê têkoşînê bidomînin" nivîsîbû.

Serokkomar Guillermo Lasso piştî kuştina Villavicencio li seranserê welêt ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand.

Lasso di daxuyaniyekê de ku li ser YouTube hate weşandin got, "Hêzên çekdar niha li seranserê xaka neteweyî seferber bûne da ku ewlehiya welatiyan, aramiya welat û hilbijartinên azad û demokratîk ên 20’ê Tebaxê werin lidarxistin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.