Serpêhatiya wê ew bedewtir kir

Duşem 26 Tebax 2024 - 03:15

  • Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetil kirin. Serdanên şîna ku li mala malbata Gulistan Tara li Êlihê bi girseyî didomin. Li Êlihê derveyî şîn û xemgîniyê, biryardariya têkoşînê jî mohra xwe li şînê da. 

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê, wesayîta rojnamevanan hedef girt û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. 

Li cihê ku Gulistan Tara lê jidayîk bûye, Êlihê li mala malbata wê şîn hate danîn. Tara weke zaroka 8’emîn a malbateke ku 10 zarokên wê hene di 24’ê çileya 1983’yan li Êlihê hate dine. Berî ku ew ji dayik bibe, bav Mehmet Şirîn Tekîk, di dema Darbeya Leşkerî ya 1980’yan de hate binçavkirin û li Fermandariya Rêveberiya Hişk a Sêrtê îşkenceyeke giran lê hate kirin. Serdemeke ku cînayetên kontrgerîla hêdî hêdî zêde dibûn bû. Bav Tekîk, di sala 1991’an de sirgunî Kirşehîrê hate kirin. Tiştên bi serê malbatê hatin bandor li ser welatparêziya di malbatê de kir. Tara ya li Taxa Kulturê ya Êlihê dest bi dibistana seretayî kir, heta pola duyemîn a lîseyê dixwîne. Ji bo Tarayê xala werçerxê dibe pêvajoya hevdîtinê ya bi xwişka wê Ulkem Îsen a li Girtîgeha Sêwazê de dihate ragirtin re. Tara ya wê demê hêj 13-14 salî bû, ji hevdîtinên bi xwişka xwe re kirin gelek bi bandor dibe. Tara ya xwedî kesayeteke nayîf û xêrxwaz bû di 14-15 saliyên xwe de dest bi xwe naskirina xwe dike. Ev serdem serdemeke ku nasnameya jinê jî derdikeve holê ye. Tara ya hem li ser nasnameya kurdbûnê hem jî li ser nasnameya jinê disekinî lêkolînan dike û dixwîne. 

Welatparêzî ji zaroktiyê destpê kir

Tara, ya tiştên li welat û axa jê dayik bûye qewimîn û serdanên girtîgehê hewl dida di kesayeta xwe de aşkere bike, hemû geşedan ji rojnameya Ozgur Gundemê şopandin. Tara bi taybetî rûpelên rojnameyê yên çand û hunerê û nûçeyên şehadete bi eleqeyeke zêde dixwîne. Eleqeyeke mezin dide romanên Yaşar Kemal. Tara ya ku di vî temenê de xwe de bi kekê xwe yê li Zanîngeha Dîcleyê dixwend re dest bi çûn û hatine Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiya Gelan (HADEP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir û dest bi tevlibûna xebatên çandî ya weke şano û skeçê bû. Di nav hin xebatên ÎHD’ê de cih girt. Rêber Abdullah Ocalan a di 15’ê sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê tê kirin. Vê yekê weke her kurdekê/î bandor li Tarayê jî dike û dest bi dîtina rêya xwe dike. Tara ya di 29’ê gulana 1999’an de xwe ji lîstika şanoyê ku da bi kekê xwe re pêşkeş bike amade dikir, li pey xwe re nameyek şand û dest bi rêwitiya Çapemeniya Azad kir.

Em bi wan serbilind in

Kekê Tara’yê Ahmet Bulent Tekîk, diyar kir ku xwişka wê piştî serpêhatiya bi wan re, dest bi serpêhatiya azadiyê kir û wiha got:“Dema me hevalên wê yên xebatkarên çapemeniyê guhdar kirin me dît ku xwebûna xwe çiqas mezin kiriye û bihêz kiriye. Em pê serbilind bûn. Heta 16 saliya wê em pê re man. Lê me dît ku serpêhatiya wê ya azadiyê ew veguherand miroveke hin bedewtir. Wê gelek ji kenê hez dikir. Miroveke bedew bû. Em bi wê û hevala wê ya pê re şehîd ketî re serbilind in. Çapemeniya Azad qadeke ku di derketina rastiyan û heqîqetê bandoreke wê ya mezin heye. Ew jî ji bo daxwaza xwe ya cîhaneke xweşiktir dest bi rêwitiya Çapemeniya Azad kir. Em wiha difikirin. Êşa me mezin e lê em xwişka xwe jî weke 40 hezar mirovên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane dibînin. Dema min nûçeya wê ya şehadetê wergirt min got ‘dixwazim bigirîm lê şerm dikim ku bigirîm.”

Xeyala wê Kurdistana azad bû

Xwişka wê Dîcle Erdem jî diyar kir ku Gulistan jineke Kurd a evîndarê Kurdistanê bû û got:’’Xeyala wê ya Kurdistana azad hebû. Ew xeyala wê teqez wê rojekê pêk bê. Ew xezala me bû. Ji ber 16 saliya xwe tevlî têkoşînê bû me nekarî em şahidiya hin kêliyên wê bikin. Lê keda wê ya di têkoşînê de em serbilind kirin. Ez dizanim ku wê xeyala wê pêk were. Em ê li pişt têkoşîna wê bin. Em ê ala wê ya hilgirtî heta dawî bi rûmet bilind bikin. Ew ê hevrêyên wê yê dozê, vê têkoşîna bi rûmeta bi layiqî berdewam bikin.’’

Dîcle êrişa hatî kirin weke alçaxî û xayînî binav kir û got:’’Em tiştên hatine kirin nelet dikin. Ez ji bo malbata hevala ku bi Gulistan re hatiye qetilkirin, sebrê dixwazim. Herwiha ji bo hevrêyên me yên ku beriya niha bi caran li pêş wan bi xayînî kemîn hatin danîn û şehîd bûn, sersaxiyê ji gelê me re dixwazim. Em serbilind in û bi êş in.’’

Naîfiya xwe ji pênûsa xwe herikand

Xwişka din a Gulistanê Ûlkem Îsenjî got:’’Ji ragihandinê hezdikir. Bawer dikir ku wê hertişt bi ragihandinê çareser bibe. Aliyê wê yê civakbûnê li pêş bû. Ji ber ragihandin saziyeke bi gel re di nav hev de ye, rêya anîna ziman a heqîqetê ya bi rêya ragihandinê hilbijart. Ji Rojava û Rojhilat pir hez dikir. Hemû parçeyên Kurdistanê hez dikir. Ev ji xwe di nivîsên xwe de diyar bûn. Dibe ku van hestên xwe û naîfiya xwe bi vî rengî îfade dikir.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.