Bi kuştin û lêpirsînan nikarin bi me

Şemî 28 Kanûn 2024 - 03:10

Rojnamevanên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser rêya Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê ya li rojavayê Kurdistanê 19ê Kanûnê di encama êrişa SÎHAya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina her du rojnamevanan li navçeya Midyada Mêrdînê ji bo Bîlgîn şîn hat dayîn. Ji bo Daştan jî li navçeya Giyadîna Agiriyê şîn hat dayîn. Li Midyadê girseya ku xwest heta cihê şînê ya Cîhan Bîlgîn bimeşe, bi astengiya polîsan re rû bi rû mabû. Di vê astengiyê de polîsekî heqaret û gotinên zayendperest li rojnamevan Oznûr Deger a nûçegihana JinNewsê kiribû. Oznûr Deger ji ber ku nerazîbûn nîşanî wî polîsê dabû, li ser daxwaza Walîtiya Mêrdînê derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Oznûr Deger a ku ket ber lêpirsînê bi rojane li ser sînorê Nisêbînê û Qamişloyê çalakiya nobetê ya xwedîderketina li Rojava dişopîne û agahiyan ji raya giştî re radigihîne. Deger li cihê çalakiyê têkildarî mijarê ji Ajansa Welat re axivî.

Em mîrateya wan didomînin

Oznûr Deger destnîşan kir ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li tevahiya nirxên mirovahiyê ye û got:“Cîhan û Nazim her tiştî dan ber çavên xwe û xwestin sûcên şer ên li ser Rojava tên kirin ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Me îrade û ala têkoşîna wan dewr girt û em vê heqîqetê didomînin. Cîhan û Nazim hemû sûcên şer ên li ser Rojava dihat meşandin, teşhir kirin. Ji ber teşhîrkirina sûcên şer, hedef hatin girtin û di encama rêya heqîqetê de şehîd bûn. Hedefgirtina hevalên me pirr şênber e.”

MÎT’ê xwest cihê Cîhan tespît bike

Oznûr Deger bi bîr xist ku beriya ku her du hevalên wan rojnamevan bên qetilkirin, MÎT’ê bi çend roj berê çûye cem malbata Cîhan û xwestiye cihê wê tespît bikin û got:“Komkujiya ku li ser hevalên me hat kirin pirr eşkere da nîşandan ku berê kirine hedefa xwe.” Oznûr Deger anî ziman ku piştî kuştina Bîlgîn û Daştan ev yek erka wan e ku polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr bikin û rastiyan ji raya giştî re ragihînin da ku li ser vî sînorê carek din komkujiyek çênebe. Oznûr Deger da zanîn ku divê tenê ne rojnamevanên Kurd û gelê Kurd divê hemû rojnamevanên cîhanê û gelên cîhanê xwedî li Rojava û gelê Kurd derkeve.

Palpişta te ya hiqûqî çi ye?

Oznûr Deger bal kişand ser qunciknivîsa Ahmet Hakan û hedefnîşandana wî ya rojnamevanên Kurd û got:“Ji bo Ahmet Hakan dibêjim; ji bo ku tu van hevalên me terorîze bikî, palpişta te ya fermî, hiqûqî çi ye û çi di destê te de heye? Tu hedefnîşandana we dispêrî çi ku tu her du hevalên me yên rojnamevan terorîze dikî? Baş e gelo rojnamevanên Tirk ku li Sûriyeyê weşanan dikin û nûçeyan çêdikin, rojnamevan in û ‘nûçegihanê şer in’ lê belê gelo rojnamevanên Kurd çima dibin ‘terorîst?’ û tên Kuştin? Mixabin li Tirkiyeyê û Kurdistanê li ser rojnamevanan hiqûqek du alî û durû tê meşandin. Nexwê tu rojnamevanê Kurd bî û tu Kurd bî ji bo wan têr dike ku tu bi her awayî terorîze bikin. Ez jî ji wan qelemşoran re dibêjim qaşo rojnamevan in. Divê tenê ne gelê Kurd lazim e hemû gelên Tirkiyeyê li ber van qelemşorên derewkar xwedî helwest bin.”

Heqaret li hemû jinan e

Oznûr Deger bal kişand ser heqaret û gotina zayendperest ku lê hat kirin û got:“Rewşê anîne wê astê ku dixwazin tu kesek li ber heqaret û gotinên polîsekî, leşkerekî ku li te dikin, dengê xwe nekî û nerazîbûna xwe nedin nîşandan. Lê em jî dibêjin em xwedî vîn in. Em xwedî ehlaq in. Ji ber ku ehlaq û vîna me hin tiştan ranagire, em neçar in ku nerazîbûna xwe li dijî gotinên nijadperest û zayendperest bidin nîşandan.” Oznûr Deger diyar kir ku li ser daxwaza Walîtiya Mêrdînê derheqê wê de lêpirsîn hat destpêkirin û got:“Dixwazin bi lêpirsîn û dozan rojnamevanan bitepisînin û bitirsînin da ku dengê xwe nekin. Li wir ew gotina zayendperest û heqaret tenê ne li min hat kirin, di şexsê min de li hemû jinan û li nirxên me hat kirin. Ji ber vê yekê ne mimkûn e em bêdeng bimînin. Wê hem heqaret bikin û hem jî lêpirsîn bidin destpêkirin lê derheqê wan polîsan de lêpirsîn nayê destpêkirin. Lê mixabin ev der jî Tirkiye ye.”

AJANSA WELAT/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.