Divê rojnameger bên parastin
Şemî 28 Kanûn 2024 - 02:45
- Dîrektora CFWIJ'ê ya Ewropayê Maîre Rowlan der barê qetilkirin û girtina rojnamegerên Kurd de axivî û got:"Em wek CFWIJ'ê bang li hemû saziyên navnteweyî û çapemeniyê dikin ku van hewldanên bê îtîbariyê û êrîşên li hember çapemeniyê qebûl nekin. Divê rojnameger hedef neyên girtin, bên parastin û ji bo wan rêzdarî bê nîşandan.”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wesayîta rojnamegerên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hedef hat girtin û hatin qetilkirin. Ji her alî bertekên li dijî qetilkirina rojnamegeran hatin nîşadan û êrîş hatin şermezarkirin.
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) ya Ewropayê Maîre Rowland, der barê qetilkirin û zextên li hember rojnamegeran de axivî.
Tabloyek neyînî nîşan dide
Maîre Rowland da zanîn ku rojnamegerên li Tirkiyeyê ji ber karê xwe dikin zilmê dijîn û got:”Zextên li ser çapemeniya Kurd, li ser rojnamegerên Kurd, girtina bi sûcdariya terorê bûye pirsgirêkek rojane. Ev zext binpêkirina azadiya çapemeniyê ye. Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de bi dehan carî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirine û banga piştevaniyê li qada hevkarên wê yên navneteweyî kiriye. Di 2015’an de piştî maseya aştiyê hat qulipandin, zextên li ser rojnamegerên Kurd giran bûn. Bi sûcdariya terorê hatin darizandin.Tu aliyê standardên azadiya fikr û ramanê tuneye. Îstatîstîkên me tabloyek neyînî nîşan dide: Ji 2019’an heta niha bi bûyerên destdirêjiya qanûnî ji sedî 54 li hember nûçegîhanên Kurd in. Ji sûcên girêdayê terorê 87 rojnamegerên jin hatin darizandin û ji van 78 yên Kurd bûn.”
Divê pêşî li zextan bê girtin
Maîre Rowland daxuyakirin ku rojnamegerî ne terorîzm e û wiha bi lêv kir: “Divê pêşî li zextên dewleta Tirk bê girtin. Rojnamegerên zilmê dinivîsin û didin nîşandan bi awayekî kêfî bi zextan re tên rû hev. Vê hefteyê li Wan, Stenbolê gelek rojnameger ji ber qetilkirina hevalên xwe protesto kirin hatin binçavkirin û girtin. Divê dawî li van pêkanînan bê anîn.”
Binpêkirinek navneteweyî ye
Maîre Rowland di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Em li dijî qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi hêrs û xemgîn in. Nûçeyên ku artêşa Tirk bi qestî hedef girtine derketin. Ev bi rastî mirovan diêşîne. Ger ku bi rastî ev bê lêpirsînkirin û bê tespîtkirin ev binpêkirinek giran a hiqûqa navneteweyî ye. Bi qestî hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e û divê teqez merciyên Tirk berpirs bên girtin. Divê dawî li vê tundiya li hember Kurdan bê anîn.”
Divê rojnameger bên parastin
Maîre Rowland di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji 2019’an heta niha li hember rojnamegerên jin binpêkirinên mafan ên hatine qewimîne kirine belge û got: “Armanca me ev bû ku em zextên rayedarên Tirk ên li hember rojnamegeran derxin holê. Hikûmet hewl dide ku yên hatine qetilkirin krîmînalîze bikin û piştevaniyê tune bikin. Ev hewldanek bê maf û bi xeter e.Terorîzekirina rojnamegeriyê zirarê dide azadiya çapemeniyê. Em wek CFWIJ'ê bang li hemû saziyên navnteweyî û çapemeniyê dikin ku van hewldanên bê îtîbariyê û êrîşên li hember çapemeniyê qebûl nekin. Divê rojnameger hedef neyên girtin, bên parastin û ji bo wan rêzdarî bê nîşandan.”
Divê hesab bê pirsîn
Maîre Rowland wiha dirêjî dayê: “Em bang li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dikin mufetîş bişînin û li NY’ê jî dikin ku rola Tirkiyeyê ya di vê bûyerê de lêkolîn bike. Ev cînayet divê bê bersiv nemînin. Divê edalet cihê xwe bibîne. Hesab bê pirsîn. Ger encamek neyê girtin wê êrîşên li hember rojnamegeran bidomin. Wê jiyana rojnamegeran û çapemeniya azad di bin rîskê de bin.”
Divê rojnamegerî azad bê kirin
Maîre Rowland balkişand ser girtin û binçavkirinên rojnamegeran jî û got: “Hedefgirtina rojnamegerên ku qetilkirina hevpîşeyên xwe protesto kirine, êrîşek li hember nirxên demokratîk, azadiya çapemeniyê ye. Divê rojnamegerî bêyî tirs, bi awayekî azad bê kirin. Divê rojnameger demildest bên berdan.”
JINNEWS/ENQERE