Berxwedan jî êriş jî dewam dikin
Sêşem 31 Kanûn 2024 - 02:45
QSDˈê ragihand ku li rojavayê Pira Qereqozaqê 2 cîhazên radarê û panzêreke dagirkeran îmha kirine. Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin:"Piştî hilweşîna rejîma Baas a Şamê, dewleta Tirk sûdwergirtina ji rewşa nû ya Sûriyeyê dewam kir. Di vê çarçoveyê de baregehên nû yên dagirkeriyê di axa Sûriyeyê de ava kirin. Li Minbic û rojavayê Firatê 2 baregehên nû ava kirin. Hêzên me li hember hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk operasyonên bibandor li rojavayê Pira Qereqozaqê li dar xistin, di wan operasyonan de du cîhazên radarê û panzêreke dagirkeran îmha kirin."
300 ton genim telef bû
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 21ˋê Kanûnê de depoya genim a li ser rêya bajarê Sirînê yê kantona Firatê bombebaran kiribû, di encamê de genimê depokirî telef bû.
Girêdayî mijarê, hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Firatê Gulistan Şêx Ehmed axivî. Gulistan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de qûta gel û stasyonên xizmetguzariyê bombebaran dike û got:“Me di destpêka mewsima çandiniyê de cihekî nêzî 30 donimî girtibû ku genim ji gel wergirin, lê depo bikin. Li wê depoyê me nêzî 30 hezar ton genim depo kiribû. Lê dewleta Tirk a dagirker depoya genim bi balafira bêmirov bombebaran kir. Di encamê de 300 ton genim telef bû." Gulistan Şêx Ehmed diyar kir ku tu carî êrişên dewleta Tirk a dagirker îradeya wan naşikînin û got: “Her çi qasî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêma me zêde bike jî, lê tu carî hêz û vîna me naşikin û em ê her tim li pişta hêza xwe ya QSD`ê bin û piştgiriya wan bikin û gelê xwe biparêzin.”
Benda kontrolê bombe kirin
Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê El Hîşê yê Eyn Îsayê benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kir. Li gorî agahiyên ji herêmê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê El Hîşe yê li rojhilatê bajarê Eyn Îsayê, nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kir. Di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûn.
Li Şedadê êrişa DAIŞ’ê
Şaneyên çeteyên DAIŞˈê li gundewarê bajarê Şedadê êrişî erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Di êrişê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Li gorî agahiyan ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ragihandiye, şaneyên çeteyên DAIŞˈê îro li ser rêya Şedadê-Deşîşe êrişî erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Nûçegihanê me diyar kir ku di encama êrişê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya Şedadê hatin veguhestin.
ANHA