Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê bi dirûşma ‘Huner, çand û îbadet’ dîdara Tembûrê hat lidarxistin. Di dîdarê de sînevîzyonek li ser pîroziya amûra tembûrê hat nîşandan.

Derbarê lidarxistina dîdarê de Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Helebceyê, Mihemed Fetah got, “Ji mêj, me dixwest em çalakiyeke bi vî rengî li dar bixin da ku çalakiyeke ji çalakiyên me yên din cûdatir be. Ji bo wê me îro dîdara tembûrê li da rxist.”

Mihemed Fetah got, heta niha ti çalakiya bi vî rengî li parêzgeha Helebceyê nehatiye lidarxistin û wiha peyivî: “Ji ber vê çendê me îro pêwîstî pê dît ku em kom bibin û guh li amûra tembûrê bigrin. Li cem Yarsanan tembûr têkelî ruh û îbadetên wan bûye û li cem wan tiştekî pîroz e. Ji ber wê me giring dît ku tembûrê bi mêvanan bidin nasîn.”

Welatiyê Kakeyî, Ekber Kerîm jî got, “Tembûr amûreke mirovane ye, Kakeyiyên vê herêmê xwedî lê derdikevin, ew parastine, û nehiştine winda bibe. Me bi berdewam giringî pê daye. Ji ber ku peywendiya wê bi baweriyê heye. Bawerî û tembûr peywendiya wan bi hev re zêde ye.”

Ekber Kerîm got, huner, wêje û muzîk cihekî xwe yê giring di baweriya Kakeyiyan de hene. ji ber wê divê zêdetir çalakiyên bi vî rengî werin lidarxistin.

ROJNEWS/HELEBCE