Seroka EUTCC:Diplomasiya navnetewî lazim e

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:18

Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC)  lêkola pirsa Kurd Karian Therese Westerheim têkilî pergala îşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tevgerên ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah axivî.

Karian Therese Westerheim ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang li siyasetmedar û nûnerên Kurdan kir ku ji her demê bêtir beşdarî hewldanên diplomatîk ên li ser asta neteweyî û navneteweyî bibin.

Ocalan jiyana Kurdan guhart

Li ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan Karian Therese Westerheim wiha got: "Ji girtiyên siyasî yên navdar li Tirkiyeyê û li ser asta navneteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan û hêza wî ya parastinê, di serî de tevgera rizgariya siyasî jiyana bi mîlyonan Kurdan guhert, cesaret da xelkê, rêxistin û tevgerên derveyî sînorê Tirkiyeyê jî."

Li gorî CPT’yê şertên Imraliyê xirab in

Karian Therese Westerheim ku ji ANHA’yê re axivî bal bire ser bandorên tecrîdê li ser girtiyên siyasî û ev nirxandin kir: "Bandorê tecrîdê li girtiyên siyasî pirsgirêkeke bigirêk û xwedî gelek alî ye. Hewldanên başkirina silametiya dirûnî ya ferdên di şert û mercên tecrîdê de desteke ji hemû waran ve pêwîst dike. Divê xizmetên tenduristiya zihnî jî hebin. Ji bo başkirina tenduristiya girtiyan divê mercên girtîgehê baş bin. Lê di rastiyê de derfetên baş li Îmraliyê nîn in, rapora CPT’yê jî vê yekê piştrast dike."

Ruxmî tecrîdê jî Ocalan xwedî hêz e

Lêkol Karian Therese Westerheim li ser sedemên ku hiştine Rêber Abdullah li hemberî mercên tecîrdê li ber xwe bide got,’’ Ruxmî tecrîdê û qutkirina peywendiyan bi derve re; Abdullah Ocalan çawa dikare heta radeyeke mezin hêza xwe ya fikrî biparêze. Lê ev jî rastiyek e; ji ber tecrîdkirina wî ya ji 3 salan ve, li derveyî Îmraliyê ti kes bi rastî nizane rewşa wî çawa ye, rewşa wî ya fizîkî û derûnî çawa ye û wê çawa li ber xwe bide. Weke kesên ji derve em tenê dikarin texmîn bikin ku Ocalan hîn sax e û çalakiyên xwe didomîne. Rêbertî dizane ku xelkên li derve dizanin ka li Îmraliyê çi diqewime. Dibe ku ev nasîn jî hêzê dide wî ku tenêtiyê hîs neke.’’

Ocalan rewşenbîrek e

Ocalan di gelek waran de xwedî zanînekê ye ku divê weke rewşenbîr bê dîtin. Nivîsên wî yên dewlemend hene ku hem ji Kurdan re hem jî li seranserê cîhanê îlham girtiye.  Ocalan şirîkekî zelal ê muzakereyê aştiyê ye ku dikare aştiyê ji bo gelê Kurd û civaka Tirk bi giştî pêk bîne. Hêviya min a şexsî ew e ku tevahî xebatên avakar ên  balkişandina  ser rewşa Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd ku li derve têne kirin enerjî, sekin û hêza domadina kar bidine wî."

Divê em rêya diyalogê vekin

Karian Therese Westerheim bal bire ser çalakî û pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û got, ‘’Mînaka vê yekê pêngava domdar a ’ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ye. Ji bo em karibin vê armancê pêk bînin xebateke diplomatîk wekî; hewldan li gel desteyên navneteweyî wekî Neteweyên Yekbûyî yan Yekitiya Ewropa pêwîst in ku karibina aliyên têkildarî teşwîqî diyalogên dîtina çareseriyê bibin. Her wiha divê zext li hikumeta Tirk were kirin û wê mecbûr bike ku li gorî qanûn, peyman û pîvanên navneteweyî tev bigere, dîsa wê neçar bike ku beşdarî diyalogan bibe. ‘’

Dîplomasiya navnetewî lazim e

Divê berpirsên siyasî û nûnerên Kurd  ji her demê bêtir beşdarî xebatên diplomatîk ên li ser asta neteweyî û navneteweyî bibin. Pêkanîna diyaloga di navbera hikumeta Tirk û nûnerên Kurdan de mijareke pir girîng e, ji bo vê yekê jî divê aliyekî sêyemîn hebe da ku diyalogan hêsan bike."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.