Hunermendên wekî Xelîl Xemgîn, Amele, Comerd, Sosin, Xemgîn Bîrhat jî di nav de nêzî 60 hunermend tevlî civîna ku li Navenda Çandê ya Mala Kurda ya li bajarê Kolnê Almanyayê pêk hat, bûn. Hunermendan di civînê de gotûbêj û nîqaş li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, kirin.
Ji hunermendan Xelîl Xemgîn û şanoger Amele axivîn.
‘Hemû nifşên civakê piştgiriyê didin projeyê’
Hunermend Xelîl Xemgîn da zanîn ku gelê Kurd her daîm bi Abdullah Ocalan bawer e û anî ziman ku gel li her derî û bi hemû nifşên xwe piştgiriyê dide Abdullah Ocalan û projeya wî.
Xelîl Xemgîn diyar kir ku dema manîfestoya Abdullah Ocalan hat eşkerekirin di nava civakê de rewşên hestiyar derketin pêş û got ku lê niha her ku diçe gelê Kurd bêtir ji banga Ocalan fêm dike.
‘Divê gelê me rola xwe rabe’
Xelîl Xemgîn di dawiya axaftina xwe de diyar ku şer bi du alî pêk hat û got: “Em dixwazin dewlet jî di vê warê de gav biavêje da ku ev proje biçe seri. Heta niha pêkanînên dewletê zêde baweriyê nade. Lê gelê Kurd nikare bikeve nava bendewariyan. Divê gelê Kurd bê xebat û tevger nemîne. Divê gelê me ji bo projeya ‘Înşaya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi serkeve rol û rista xwe rabe.”
‘Êdî dem dema aştiyê ye’
Hunermend Amele jî êş û janên ku di dema şer de qewimîn bi bîr xist û anî ziman ku piştî ewqas komkujiyan êdî dem dema aştiyê ye. Hunermend Amele bal kişand ser gava ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtiye û got: “Ev gava ku serokatî avêtiye di nava gelê Kurd û tevahî gelê cîhanê de deng veda. Êdî ev agirê ku gelek mirovan dişewitîne ji pêşiya gelê Kurd derket û kete pêşiya dewleta Tirk. Divê dewleta Tirk êdî gav biavêje. Êdî tu alternatîf nîn e ku dewleta Tirk gav neavêje.”
‘Serokê me avek li vî agirî kir’
Hunermend Amele di dawiya axaftina xwe de got ku ger ne ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûya kesî nikaribû gavek wisa mezin biavêta û wiha got: “Divê êdî li Rojhilata Navîn hemû gel û kêmnetew di nava aramî û aştiyê de bijîn û bigihêjin mafên xwe. Ne ji Serokatî ba kesî nikaribû vê gavê biavêta. Serokê me avek li vî agirî kir. Divê êdî hemû kes bi devê çîvikê be jî divê avê bîne û li vî agirî bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN