Şêrko Bêkes hat bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Tebax 2021 - 23:22

Li Silêmaniyê Helbestvan Şêrko Bêkes hate bibîranîn. Êvarî li hêwana Otel Ramada ya Silêmaniyê Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di salvegera 8'an a wefata xwe de bi merasîmek hat bibîranîn. Komeleya Perwerdê ya Margêt bibîranîn organîze kir, gelek hunermend, berpirs û welatî jî amade bûn.

Waliyê Silêmaniyê Dr.Heval Ebubekir got, “Şêrko Bêkes ew mirov bû ku lingê wî nebûn, lê reyên wî hebûn, reyên wî digihiştin Ehmedê Xanî, Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Mewlewî, Bêsaranî, Nalî, Salim û Kurdî.”

Heval Ebûbekir hêvî kir ku daxwazên Bêkes ên ji bo mirovahî û Kurdan bi cih werin, aştî û aramî pêk were.

Piştre li ser navê Yekitiya Nivîskaran peyamek ji aliyê Helbestvan Kejal Ehmedî ve hat xwendin. Daxwaz hat kirin ku roja wefata Şêrko

Bêkes wek ‘Roja Şêrko’ were binavkirin.

Her wiha belgefilmek li ser jiyan û berhemên Şêrko Bêkes hat nîşandan.

Di dawiyê de jî du pirtûk hatin belavkirin, yek ji wan ji nivîsên Bêkes a bi navê Şinaxtname a bi Farisî bû, pirtûka din jî ya kurê Şêrko Bêkes, Helo bû ku ew jî bi navê ‘Xweziya bavê min ev helbest bidîta’ bû.

ANF/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.