Serketina Finnkurdê ma ji maça dawî re

Sêşem 28 Îlon 2021 - 01:21

AZAD AGIR / FRANKFURT

Tîmên Kurd ên di lîgên amator ên li Ewrûpayê de vê hefteyê jî nivî nivî bi ser ketin yan jî bi bin ketin. Li Fransayê FC Jiyan Kurdistanê zora reqîbê xwe 2 û 0 bir. Finnkurd jî di maça play offê de vê carê nekarî zora reqîbê xwe bibe. Êdî di maça dawî de wê encam diyar bike ka gelo ew ê di koma xwe de bibe yekemîn yan na. 

Li bajarê Swîsreyê Baselê di lîga 4´an koma 2´yan de FC Ferad di maça ji bo beşdarbûna Kupaya Nepple Basler nekarî bi reqîbê xwe FC Lausen 72. Wê 5 gol ji reqîbê xwe di encama dirêjkirina maçê de xwarin. Heta dema dirêjkirina maçê, encam 3-3 bû. FC Ferad hefteya bê wê di lîgê de bi tîma lîder FC Nordstein Basel re maçê bike.

FC Serkeftin 92 bû pêncemîn

Li bajarê Fînlandiyayê Helsînkiyê, Finnkurd bi serketina xwe ya di lîga 3´yan de ketibû play offê. Di maça xwe ya vê hefteyê de li hemberî tîma HPS şikest. Wê 3 gol xwarin û karî tenê 1 golê biavêje. Îna li pêşiya me ew ê bi lîderê komê PPJ re maçê bike. Heger di maçê de bi serkeve, ew ê bi lîderê koma din re di musabeqeyan bike. Heger bi ser keve jî, wê bikeve lîga duyem.

Li herêma Normandiya ya li Fransayê li bajarê Rounenê FC Jiyan Kurdistan li deplasmanê zora tîma Gammont 3-2 bir. FC Jiyan Kürdistan bir maç eksikle 6 puanla 6. sırada bulunuyor. FC Jiyan Kurdistan hefteya bê wê di maça tura duyem a Kupaya Herêma Normandiyayê bi tîma Buchy re bilîze.

FC Serkeftin 92 li Kreisliga A ya Frankfurtê dilîze. Vê hefteyê wê li deplasmanê zora reqîbê xwe SG Bornheim 2-1 bir. Niha bi 12 puwanan di rêza 5´an a lîgê de ye. FC Serkeftin 92 hefteya bê wê li seheya xwe bi Frankfurter Victoria re bilîze.

Encamên tîmên din ên li Elmanyayê

Encamên maçên tîmên din ên li Elmanyayê jî wiha ye:

SKV Rot- Weiß Darmstadt 3-2 SC 1960 Hanau

SV Bosnier in Frankfurt 0-2 Dersim Rüsselsheim 

FC Nordkirchen 1926 2-3 FC Roj

Kandil Saarbrücken 1-2 Eintrach Altenwald

FSG Lumda/ Geildhausen 3-0 Kurdischer FC Gl

MED SV 3-5 VfB Kiel

Türkischer SC Offenbach 2-1 Munzur OF

SV Newroz Hildesheim 2- 0 MTV Almstedt

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.