Serhatiya zarokan: Brîndarim

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Cotmeh 2021 - 23:33

  • Sînemavan Orkan Bayram, “Piştî belgefilma ‘Brîndarim’ bala min bêhtir çû ser belgefilmê û min biryara çêkirina belgefilman da. Ez dikarim bibêjim ku ev ezmûna min ya di vî warî de ji bo siberojê rê li ber min vekir û niha ji çêkirina belgefilman pirr hez dikim.”

ARDÎN DÎREN

Orkan Bayram, ji sala 2011’an ve wek sînemavanekî li Elmanyayê dimîne. Beriya niha çend caran kurtefilm çêkirine û ji bo sînemayê di nava lêgerînekê de ye. Sala 2019’an belgefilma “Brîndarim” çêdike. Ew ji bo belgefilma xwa “Brîndarim” dibêje, “Filma min a yekem a profesyonel e.”  Belgefilma Orkan Bayram “Brîndarim” li gelek festîvalên dinyayê geriya û herî dawî jî li “Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê” xelat wergirt. 

Bayram derbarê belgefilma xwe û lêhûrbûna xwe ya li ser belgefilmê de axivî û got, “Min bi filmên sêwirandî dest bi sînemayê kir û çend kurtefilm jî çêkirin, lê piştî belgefilma ‘Brîndarim’ bala min bêhtir çû ser belgefilmê û min biryara çêkirina belgefilman da. Ez dikarim bibêjim, ev ezmûna min ya di vî warî de ji bo siberojê rê li ber min vekir û niha ji çêkirina belgefilman pirr hez dikim.”

Karakterên xwe li sûkê dibînin

Orkan Bayram, sala 2019’an bi hevalê xwe yê derhênerê dîmenan, Igor Tsvetkov re dixwaze biçe Rojavayê Kurdistanê û li wir belgefilmekê çêke. Lê ji ber hin astengiyan, ew nikarin sînorên Sûriye û Iraqê derbas bikin. Ew mecbûr dimînin vegerin Başûrê Kurdistanê. Gava ew li Hewlêrê digerin, sûka kevn a Hewlêrê pirr bala wan dikişîne û demekê li wir çavdêriyan dikin û dixwazin li ser sûkê belgefilmekê çêkin. 

Ew di gera xwe ya li sûkê de çend karakteran nas dikin û bi awayekî xwezayî dest bi çêkirina belgefilma “Brîndarim” dikin. Orkan Bayram wiha behsa serhatiya xwe dike: “Gava em li sûkê digeriyan me Aram û Mihemed nas kirin. Her roj piştî ku dikan dihatin girtin û dibû şev, Aram û Mihemed tevî motorbisikleta xwe ya kevn a ku frên û neynika wê tine bûn, dest bi kar dikirin û tiştên avêtî kom dikirin. Gava me ev kes û karên dikin nas kirin, me got, em wan jî li belgefilmê zêde bikin. Bi vî awayî çîroka me derket holê. Derbarê ziman de me gelek zehmetî kişandin, lê dîsa jî me girtina dîmenan dewam kir û ev belgefilm li Hewlêrê temam kir.”

Derûnî û karên zarokan yên giran

Aram û Mihemed kurê pêşmergeyekî ne. Bavê wan sala 2003’yan lingekî xwe winda dike û nikare kar bike. Hem bi awayekî fîzîkî û hem jî ji ber trawmaya hatiye serê wî, ne rehet e û zêde ji mal dernakeve. Hevjîna wî û keçeke wî ya seqet jî heye. Ew jî wexta xwe zêdetir li mal derbas dikin û di karekî de naxebitin. Aram û Mihemed ji bo karibin debara xwe û ya malbatê bikin, berpirsyariya malê digirin ser milê xwe û karekî wiha ji xwe re peyda dikin. 

Ew du zarokên nû diugihîjin ku bibin ciwan, karên mezinan dikin. Orkan Bayram, wiha behsa karê wan dike: “Ew bi deynan motorsikletekê dikirin û rojê bi kîlometreyan rê diçin da ku karibin karton û naylonan berhev bikin. Karê dikin tehlûkeya wî gelek e. Her wiha rewşa bavê wan û tiştên ku zarok pê re rû bi rû dimînin, dike ku zarok zû bikemilin.

Helbet li gelek deverên dinyayê rewşên wiha hene û mijara xebatkarên zarok li her derî tê nîqaşkirin. Me belgefilma xwe li ser vê derûnî û karên zarokan yên giran ava kir. Bi riya van kesan, me li Hewlêrê meseleyek anî ziman.” 

Portreyê şoreşgerekî; Heval Muharrem

Orkan Bayram herî dawî dibêje, bi rêya belgefilma “Brîndarim” wî hizir kiriye ku heqîqet tenê bi nihêrîneke xurt ya jiyanê û nêzîkatiyeke rast pêkan e. Ji ber vê yekê dixwaze di belgefilmê de hîn kûrtir bibe. Belgefilma wî ya bi navê “Heval Muharrem” jî niha li ber destê wî ye û bi pevxistina wê re niha mijûl e. Ew jî belgefilmeke kin e. Her wiha projeyeke wî ya bi navê “Nexweşxane” jî heye û ev projeya wî belgefilmeke metrajdirêj e. Ew di heman demê de ji bo wê belgefilmê jî dixebite. Ew ji bo xebata xwe ya dawî ango belgefilma xwe ya bi navê “Heval Muharrem” dibêje, “Portreyê şoreşgerekî didim fêhmkirin, her çend naverok cihê be jî di dawiyê de belgefilmek e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.