Şerê YE’yê li dijî mirovahiyê

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 23:09

  • Bûyerên li ser sînorê di navbera Lehistan û Belarûsê de û rewşa trajîk a penaberên pirraniya wan ji Başûrê Kurdistanê careke din nîşan dide ku Yekîtiya Ewrûpayê beramberî insanan bê wijdan e. Lehistan li ser navê wê, şerê li dijî mirovahiyê dike. 

Felaketa insanî ya pirraniya wan Kurd qederê 5 hezar penaberên li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê de dijwartir dibe. Rayedarên Belarûsê vê îdîayê red dikin û dibêjin, esas ji bo ku dinya rewşa xirab a penaberan nebîne, Lehistan hewl dide û bi ser halan de Lehistanê êşkence li penaberan kiriye.  

Li gorî rayedarên Lehistanê qederê 12 hezar penaberan li Belarûsê hene û ew bi rêxistina dewleta Belarûs tên ser sînor.

Rayedarên Belarûsê jî dibêjin, penaberên pirraniya wan Kurd yek ser li ber xeta sînor li ber têlan kon vedane. Komîteya Dewletê ya Sînor a Komara Belarûsê dibêje, rewşa penaberan pirr xirab e û têra wan nan û vexwarin jî nine.

Êşkencê li penaberan dikin

Di nava penaberan de jinên bi bar û zarok jî gelek in û şevê di sermayeke qeşayî de li ser erda şil dibihurînin. 

Rayedarên Belarûsê li ser êşkenceya Lehistanê li dijî penaberan jî ev agahî dan: 

- Li dijî penaberan bikaranîna gaza çavan dişewitîne, rewşa xirab a gelek penaberan xirabtir kir.   

- Eskerên Lehistanêji bo zexta psîkolojîk bikin bi şev hoparlor, rohniya projektoran û flaşan pêxistin. 

Ji bilî van zextan di dîmenên penaberan parvekirî de xuya dike ku bi helîkopterên ji nêz ve li ser serê penaberan disekinin jî êşkence li wan tê kirin. 

Ne rojnamevan ne jî alîkariya insanî

Li aliyê din hat zanîn ku hêzên Lehistanê yên li ser sînor, destûrê nadin rojnamevan,  nûnerên rêxistinên alîkariya insanî xwe nêzî xeta sînor bikin da ku alîkariya van penaberan bikin. 

Rayedarên Belarûsê jî dibêjin, Lehistan wiha dike da ku rastiya bûyer û felekata li ser sînor neyê bihîstin, xelkê wê û dinya pê nehise.

Rojnamevanên ku dixwazin bigihînin deverê jî piştrast dikin ku Lehistan destûrê nade rojnamevanan û rêxistinên alîkariya insanî xwe bigihînin xeta ser sînor û ji ber wê jî rewşa heyî gelekî zelûl e. Ji ber wê jî esas Lehistan bi xwe jî nikare îdîaya xwe îsbat bike, ka gelo bi rastî eskerên Belarûsê berê penaberan daye sînor yan na. 

Lehistan şer dike

Di dîmenên li ser înternetê de penaberan bi xwe dîmenên xwe parve kirine. Di wan dîmenan de xuya dike ku penaberên pirraniya wan ji Başûrê Kurdistanê bi xwe berê xwe didin ser xeta sînor. Kurdên Başûr ji ber rêveberiya xirab a Başûrê Kurdistanê û krîza aborî penaber dibin.

Polês, pasevanên sînor ên Lehistanê bi her halî şideteke zêde li dijî penaberan bi kar tînin. Hikûmeta Lehistanê da zanîn ku ew ê sînorê xwe bi tevahiya derfetên xwe biparêze. Lehistan eskerên xwe weke ku ji şer re amade bike dişîne ser xeta sînor. 

Çavên xwe li trajediyê miç nekin

Ew bi her halî naxwaze aliyê insanî yê vê felaketê xuya bike.  Lê ji Lehistan, Belarûs, Awusturya û Romanyayê 4 xelatgirên Nobela Wêjeyê, Swetlana Alexijewitsch, Olga Tokarczuk, Elfriede Jelinek û Herta Muller ji saziyên Yekîtiya Ewrûpayê re nameyek şandin û gotin,  “Beramberî vê felaketa insanî, em çavê xwe negirin, em çavên xwe li vê trajediyê miç nekin!”n

‘Drameke insanî ye’

KCDK-E’yê got, ‘’Li ser sînorê Belarûs-Lehistanê drameke insanî heye’’ û ji bo koçberan bang kir da ku bi lezgînî tevgerek çêbe. 

Dîwana Hevseroktiya KCDK-E’yê li ser trajediya li ser sînorê Beralûs-Lehistanê daxuyaniyeke niviskî da. KCDK-’yê bi bîr xist 20 koçberên Kurd ji ber birçîbûn û sermayê di nava 11 mehan de mirine: “Li gorî agahiyên di nava hefteyekê de di çapemeniyê de cih girtine, tê ragihandin ku zêdetirî 20 koçberên Kurd ji birçîbûn û sermaya zêde jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên navneteweyî yên ku Kurdistan kirine qada şer, li hemberî koçberên Kurd jî helwêsteke nemirovane dikin.

Em van salên dawiyê polîtîkayên li dijî koçberan ên dewletên Ewrûpayê bi fikar dişopînin. Lêbelê, tiştê ku niha diqewime bi peyvan nayê vegotin.  Dewlet berjewendiyên xwe esas digirin û koçberan dikişînin ber mirinê.

Em bang li her kesê xwedî wijdan dikin.  Koçberî ne çarenûsek e, ew encama siyasetên hukûmetên welatên wê ne.  Divê wijdanê civakan li hemberî vê pêkanîna dijmirovî bêdeng nemîne.  Her kesê ku ji xwe re dibêje mirov, divê koçberên di navbera du sînoran de mane, biparêzin.

Em daxwaz dikin ku hemû welatên Ewrûpayê bi taybet Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî erkên xwe bi cih bînin. Em daxwaz dikin ku mafên penaberan ên di Peymana Cenevreyê de bi cih bên anîn.

Beriya her tiştî vekirina korîdora insanî ji bo koçberên birçî û sermayê daye wan, daxwaza me ya sereke ye.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.