Li dijî rantxwirên şer aştî

Çarşem 2 Tîrmeh 2025 - 03:45

Seferî Yilmaz, di sala 2005'an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 2 çawişên pispor ên hewl didan bombeyan li Pirtûkxaneya Ûmût a di destê wî de biteqîne li ser sûc girt. Yilmaz, têkildarê pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO ve dest pê kiribû axivî û destnîşan kir ku ger derfeta gotûbêjê heba wê şer derneketa û got:’’Êdî ji vir û şûn de tu hêzeke asîmîlasyonîst, dewlet û desthilat nikare Kurdan înkar bike. Lewre Kurd êdî xwediyê hişmendiyê ne. Jixwe bi dawîanîna têkoşîna nayê wateya ku pirsgirêk çareser bûye; têkoşîna esasî niha dest pê dike. Bi rêxistinên nû, bi derfetên nû, bi meclisên nû û bi komunên nû ve wê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Polîtîkaya raweste-bibîne heye 

Yilmaz ê ku bal kişand ser paradîgmaya Ocalan û got:“Ev bang ne tenê di Sibatê de hatiye kirin. Rêzdar Ocalan, di agirbestên di 91, 93, 95, 96 de kete lêgerîna muxatabekî. Mixabin heta niha tu muxatabekî derneketî. Pirsgirêka Kurd bi sedsalan e heye. Dewletê heta niha tu gaveke cidî neavêtiye. Divê rêxistinên demokratîk, ên kedê û tevgerên sosyalist bi dewletê gav bidin avêtin. Ger vana li gotî polîtîkaya 'raweste-bibîne' tevbigerin wê ev pêvajo sernekeve.” 

Divê Kurd xwedî li pêvajoyê derkevin 

Yilmaz, destnîşan kir ku Kurdên ku berdêla şer dane divê herî zêde xwedî li pêvajoyê derkevin û got:“Divê gelên ku li Tirkiyeyê dijîn jî bi heman şêwazî bibin xwedî îrade ji bo çareseriya pirgirêkên xwe. Bi nêzikatiyên şovenîst ve ne dikarin pirsgirêka Kurd û ne jî pirgirêka xwe çareser bikin. Ji bo vê yekê berê divê mercên rêzdar Ocalan baş bibe û karibe bi rêxistinan re peywendiyê çêbike. Hêj hêzên Îttîhat Terakkî û Ergenekonê bi hêz in. Hêj jî îxtimala sûîkastan heye. Serokkomar Tûrgût Ozal û gelek generalên wek Eşref Bîtlîs ji ber eleqeya wan a pirsgirêka Kurd ji holê hatin rakirin. Divê tavilê azadiya rêzdar Abdullah Ocalan pêk bê.” 

Li dijî rantxwiran em baldar bin 

Yilmaz, bal kişand ser zimanê medyayê û diyar kir ku divê zimaneke nû biafirîne û got:“Hinek komên şerxwaz hene 40-50 salan û rantxwir hene. Niha ji cerdevantiyê bigire heta asta jor de kesên ji şer xwedî dibin hene. Ger ev şer xilas bibe û heta Tirkiyeyê di warê aboriya şer de bandor bibe. Kesên ku beşdarî vî şerî bûne, kesên bûne kujerên nediyar, bazirganiya tiryakê kirine ji şerê qirêj xwedî dibin.” Yilmaz, rave kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de baldar be û got:"Divê partiyên siyasî xwe biguherînin û dakevin qadan. Helbet dê astengiyên dewletê çêbinin. Bendewariya gavên baş ji dewletê xeflet e. Ji bo vê divê em wek gel xwe di ber çav de derbas bikin. Divê partiyên siyasî jî xwe di ber çavan der derbas bikin û beşdarî pêvajoyê bibin.”

MA/ADNAN BÎLEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.