PDK ji Kaçar tirsiyaye! 

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:30

  • Piştî nerazîbûnên zêde yên li dijî desthilata Hewlêrê, rayedarên Wezareta Navxweyî ya PDK’ê xwe bi gotina, “Kaçar ji bo ewlekariya Hewlêrê tehlûke ye, li dijî me kar dike” parast.

Piştî nerazîbûnên zêde yên li dijî desthilata Hewlêrê, rayedarên Wezareta Navxweyî ya PDK’ê xwe bi gotina, “Kaçar ji bo ewlekariya Hewlêrê tehlûke ye, li dijî me kar dike” parast.

23’yê Mijdarê, Hasan Kaçar ê di heman demê de endamê HDP’ê, tevî hevjîn û du zarokên xwe ji aliyê asayîşa Hewlêrê ya PDK’ê ve hate dersînorkirin.

Kaçar piştî bi darê zorê hate dersînorkirin, ji ber daxwaza mafê xwe kir û dest bi çalakiyên protestokirina pêkanînên desthilata PDK’ê kir, li Silêmaniyê hate girtin. Piştî hewldanên zêde Kaçar serbest hate berdan. Lê dîsa jî dest ji hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina mafên xwe berneda.

Li gorî agahiyên ku herî dawî Kaçar dane Rojnewsê, doh çûye serdana nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Silêmaniyê û agahiyên dawiyê derbarê vegera xwe ya Hewlêrê de girtine.

Kaçar got, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê bi awayeke fermî derbarê sedema dersînorkirina malbata Kaçar de agahî ji Wezareta Navxweyî ya ser bi PDK’ê xwestiye. Lê heta niha bersiva nivîskî bi awayekî fermî ne gihîştiye ber destê nûnertiya NY-Hewlêr.

Bila fermî bersivê bidin

Kaçar diyar kir Nûnertiya NY bi navbeynkariya nûnertiya xwe ya li Silêmaniyê jê re gotiye, herçend bersiva nivîskî hîn negihîştibe destê wan jî, Wezareta Navxweyî ya PDK´ê gotiye, Hasan Kaçar li dijî desthilata wan kar dike û ji bo ewlekariya wan ‘tehlûke’yê çêdike!

Lê Hasan Kaçar li benda bersiva nivîskî ya Wezareta Navxweyî ya ji bo nûnertiya NY’e ye û dibêje, heta bi awayekî fermî sedema dersînorkirinê eşkere nekin, ew ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî neheqiyê bernede.

PDK´ê bi heman şêweyî welatparêz û endamê HDP’ê Gûngor Alp jî 10’ê Kanûnê bi darê zorê ji Hewlêrê derxistibû.

Hasan Kaçar 12 salan ji ber doza siyasî ya Kurd li hepsên dewleta Tirk de maye û ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk serbest hatiye berdan. Piştî ji hepsê derdikeve, bi neçarî berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.