PDK’ê Gungor Alp jî dersînor kir
Duşem 13 Kanûn 2021 - 22:48
- Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê Gungor Alp ê ji Bakurê Kurdistanê dersînor kir. Gungor Alp di heman demê de endamê HDP’ê ye.
Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê Gungor Alp ê ji Bakurê Kurdistanê dersînor kir. Gungor Alp di heman demê de endamê HDP’ê ye.
Asayîşa Hewlêrê 10’ê Kanûnê Gungor Alp bi zorê ji Hewlêrê derxist. Gungor Alp ji ber doza siyasî ya Kurd koçberî Başûrê Kurdistanê bûbû.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Gungor Alp nikare ji ber dozên der barê wî de vegere û 9 sal bû li Hewlêrê ji malbata xwe dûr dima. Alp diyar kir ku desthilata
Hewlêrê hem îqame nedaye wî hem jî bi darê zorê ew ji Hewlêrê derxistiye.
Gungor Alp diyar kir ku asayîşê pêşiyê jê re agahî şandine û gotiye, “divê tu Hewlêrê biterikînî”, dema wî nexwestiye derkeve, 10’ê Kanûnê asayîşê bi zorê ew derxistiye. Asayîşa Hewlêrê berê niha jî gef li Gungor Alp xwaribûn û gotibû, divê heta 25’ê Mijdarê Hewlêrê biterikîne.
Gungor Alp da zanîn ku piştî hatiye Silêmaniyê, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Silêmaniyê gazî wî kiriye û ew ê niha biçe hevdîtinekê bi wan re bike.
Asayîşa Hewlêrê 23’yê Mijdarê welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û her wiha endamê HDP’ê Hasan Kaçar tevî malbata wî dersînor kiribû. Kaçar ê ku li Silêmaniyê nerazîbûn nîşanî biryarê dabû vê carê jî, asayîşa Silêmaniyê ew kiribû nezaretê.
HEWLÊR