Gelo NY'ê giliyê Kaçar kir?

Pêncşem 2 Kanûn 2021 - 23:27

  • Hasan Kaçar, piştî ku hefteya bihurî hêzên PDKê ew ji Hewlêrê dersînorî Silêmaniyê kir, wî pêr li ber avahiya nûneriya NY’ê ya Silêmaniyê dest bi çalakiyê kiribû. 

Hasan Kaçar, piştî ku hefteya bihurî hêzên PDKê ew ji Hewlêrê dersînorî Silêmaniyê kir, wî pêr li ber avahiya nûneriya NY’ê ya Silêmaniyê dest bi çalakiyê kiribû. Wî kon li ber avahiyê vekiribû. Êvara çalakiyê, agahî hew ji Hasan Kaçar hat wergirtin û hêzên asayîş Silêmaniyê jî agahiyên bi nakok li ser mijarê dan. Axir derket holê ku asayîş Silêmaniyê ew kiriye nezaretê.

Asayîş PDK’ê Hasan Kaçar tevî hevjîna wî û du zarokên wî yên piçûk 23’yê Mijdarê dersînor kirin. Malbatê miracaetî nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Iraqê hemûyan da, lê ti encam wernegirt.

Ji ber ku NY’ê daxwaza malbata Hasan Kaçar bi cih neanî, Hasan Kaçar pêr li ber avahiya NY’ê ya Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê û piştî wê jî dest bi çalakiya konvedanê li ber avahiyê kir. Wî kirina PDK’ê û xemsariya NY’ê bi vî awayî protesto kir.

Piştî çend saetan peywendî li gel Kaçar qut bû. Pêşî kesên xwe weke polês dan nasîn hevjîna Kaçar agahdar kirin ku ew hatiye girtin. Lê doh sibehê, Midûriyeta Polêsan a Silêmaniyê ev yek red kir. Li ser hewldanên endamên Nûnertiya HDP’ê ya Silêmaniyê, derket holê ku Asayîşa Silêmaniyê Hasan Kaçar kiriye nezaretê. Hasan Kaçar doh piştî nîvrojê hat berdan.

Sedema kirina nezaretê ya Hasan Kaçar jî nebûna îqame û konvedana li ber avahiya NY’ê bûye. Beriya çalakiyê asayîşê ji Hasan Kaçar re gotibû, heger ew çalakiyê bike, Nûneriya NY’ê wê girlî bike û ew jî neçar dawiyê li çalakiyê wî bînin. Ji ber wê yekê jî guman heye ku Kaçar li ser giliyê Nûneriya NY’ê hatibe girtin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.