Biryara dersînorkirinê rawestînin
Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:50
Mehmet Çakas, ku di 2022'an de ji Îtalyayê ji bo Elmanyayê hat veguhestin û di 2024'an de bi 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin, niha dixwazin dersînorî Tirkiyeyê bikin. Aktîvîstê kurd ê li Girtîgeha Uelzenê tê ragirtin, di Cotmeha 2025'an de tê payîn ku bê berdan, lê Daîreya Penaberiyê ya Elmanyayê (BAMF) xwe amade dike ku wî dersînorî Tirkiyeyê bike. Arno-Jarmine Laffin ji AZADÎ e.V. bang li civaka Kurd û sivîl kir ku ji bo rawestandina dersînorkirina Çakas zextê li rayedarên Elmanyayê bikin û got:“Eger Çakas bê dersînorkirin, wê li Tirkiyeyê rûbirûyê êşkence û neheqiyê be.”
Dersînorkirin li dijî mafê mirovan e
Parlementera Partiya Çep a Parlementoya Federal a Elmanyayê Cansû Ozdemîr jî da zanîn ku wê beriya 2 hefteyan li girtîgehê Mehmet Çakas dîtiye û got:’’Tevî metirsiya dersînorkirinê jî, gelekî xurt û bi moral bû. Wî got ku ew bawer dike hevalên wî û kesên piştgiriya wî dikin, ji bo pêşî li dersînorkirinê bigrin, tişta ji dest wan tê dikin. Ew baweriyê bi têkoşîna hiqûqî ya parêzerên xwe tîne. Ew gelekî bi tevlîbûna mîtîngên ji bo wî tên lidarxistin kêfxweş e. Bawer dike ku hevalên wî yên li Elmanya û Îtalyayê, wê piştgiriya xwe ya di vê pêvajoya zehmet de zêde bikin. Ozdemîr destnîşan kir ku wê derbarê mijarê de 2 name ji BAMF’ê û wezareta karên derve re şandiye û got:’’Min ji van herdu saziyan re name şand û xwest metirsiya li dijî Mehmet Çakas di pêş çavan re derbas bikin. Lê hemû jî berpirsiyariyên xwe red dikin.’’ Cansû Ozdemîr nerazîbûn nîşanî biryara dersînorkirina Çakas da û got:’’Mehmet Çakas li Tirkiyeyê rûbirûyê metirsiya girtinê ye. Vegerandina kesên ji ber zextên siyasî yên li welatên wan, li dijî mafên mirovan e. Divê tavilê karên dersînorkirinê bên rawestandin û pêvajoyeke adil a îltîcayê bê destpêkirin.’’ Malbata Çakas jî got:“Dersînorkirina Çakas wê rê li ber dersînorkirina girtiyên din veke. Em bang li gelê xwe û dostên li Îtalya û Elmanyayê dikin ku bi çalakiyên demokratîk vê yekê rawestînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN