Geşedan kongreya neteweyî ferz dike
Çarşem 2 Tîrmeh 2025 - 03:25
Rêber APO di nîqaşên ku li Îmraliyê tên meşandin de bal kişand ser civandina Kongreya Neteweyî ya Kurd û pêkanîna siyaseta neteweyî ji bo Kurdan pêwîstiyeke lezgîn e û işaret bi pêwîstiyeke lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd kir. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di nava heyeta ku çû Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt, girîngiya Kongreya Neteweyî û nêzîkatiyên partiyan nirxand.
Bayindir da zanîn ku ger yekitiya neteweyî çêbibe dê çareseriya pirsgirêka Kurd hêsantir bibe û got:“Yek ji dînamîka herî girîng a perspektîfa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e ku bi banga 27'ê Sibatê bi pêşengiya Birêz Ocalan bi pêş ketiye, yekitiya neteweyî ye. Kongreya Neteweyî êdî bûye pêwîstiyek. Hem geşedanên herêmî û hem jî yên gerdûnî nîşan didin ku Kurd ji ber ku ji bo yekitiya netewî şert û mercan ava dikin û ji bo têkoşîna netewî dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan careke din çareseriyên ku bingehekê ji gelê Kurd re pêşkêş dike ku li dora Kongreya Neteweyî li hev bicivin. Ev geşedaneke pir girîng e. Birêz Ocalan ji bo guhertina dîrokê ku ji bo Kurdan nebaş bûye, hewldaneke mezin dide. Di rewşeke ku hema hema di rojeva her kesî de ye, ku Kurd zehmetiyê dibînin li hev bicivin, armanc dike ku pirsgirêka dîrokî berevajî bike. Ji ber vê yekê, yek ji girîngtirîn nîşaneya şênber a vê yekê jî Kongreya Neteweyî ye. Birêz Ocalan, bi taybetî di pêvajoyeke bi vî rengî de ku em di binê pêşketinên girîng ên dîrokî de ne, yekitiya Kurdan êdî neçar dibîne. Ji bo vê jî banga Kongra Netewî kiriye. Ji bo ev banga Kongreya Neteweyî pêk were jî em ê bi hemû awayî hewl bidin.”
Em li benda bersivê ne
Bayindir anî ziman ku Kongreya Neteweyî ya Kurd a di 26’ê Nîsanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin 4 parçeyên Kurdistanê gihand hev û di demeke wiha de pêkhatine kongreyê şert e û got:"Ji bo afirandina zemîna ku hemû partiyên siyasî, hemû sazî û tevger karibin bersiveke erênî bidin banga Birêz Ocalan, divê em bi hev re bixebitin. Ya rast, dem, rastiya dîrokî û pêşketinên herêmî yên li pêşiya me, bi rastiya ku vê yekê ji bo me esas digire re hevrû dibin. Ji bo yekitiya neteweyî, ji bo stratejiya ku were şopandin û gavên ku bên avêtin divê bikevin nav liv û tevgerê. Îro hêzên kurewî yên cîhanê ji bo Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn projeyên nû bi pêş dixin û di demeke wiha de ger gelê Kurd yekitiya xwe pêk neyne û neyên cem hev ev tiştekî ku were qebûlkirin nîn e. Di vê nuqteyê de em bang li her kesî dikin ku ji bo yekitiya neteweyî û rêya Kongreya Neteweyî ya ku Birêz Ocalan destnîşan kiriye gavên şênber biavêjin û bi avêtina gavên ku îlhamê dide civakê, bi erênî bersivê bidin. Divê her kes bi perspektîfeke ku şert û mercên heyî diber çavan re derbas bike, ji berê hîn bibe nêzî Kongreya Neteweyî bibe. Bi vegotina kêmasiyên demên borî em nikarin pêşketinê bi dest bixin. Em dizanin ku di vê mijarê de xalên pir cidî hene. Dîroka Kurdistanê bi van tijî ye, lê îro bi temamî pêşketinên nû li pêşiya me hene. Niha berpirsyarî dikeve ser milê me, partiyên siyasî, rêxistin û tevgeran. Di vê wateyê de divê bê îfadekirin ku berpirsyariyek dikeve ser milê partî û rêxistinên li Başûr û em li bendê ne ku bersiveke erênî ji banga Birêz Ocalan re bê dayîn. Weke partî û rêxistinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, dikarim bêjim ku ji bo pêşketin û pêşketina vê mijarê em amade ne her berpirsyariyê hilgirin ser mile xwe.”
MA/AMED