Şerê PDK û YNK’ê aciz dike

În 26 Gulan 2023 - 15:12

Nûnera Taybet a Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jennin Henin-Pleaschaert ragihand ku şerê siyasî yê berdewam ê li Herêma Kurdistan û Iraqê mirovan gelekî aciz dike û daxwaz kir ku bingehek hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilbijartinan diyar bikin.

Jennin Henin Pleaschaert li ser medya dijîtal bang li partiyan kir da ku di zûtirîn demê de bingehekî hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilbijartinê diyar bikin.

Dema hilbijartinan ne diyar e

Henin-Pleaschaert, beriya niha jî gelek caran li ser paşvexistina hilbijartina Parlamenê û pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê de axivîbû. Wê gotibû, “Hilbijartinên bawerî bi wan bê û di dema xwe de, bingehê demokrasiyê ne.”

Hêjayî gotinê ye ku hilbijartina dema şeşan a Parlamenê ji ber pirsgirêkên di navbera PDK’ê û YNK’ê de ji bo sala 2023’yan hatibûn paşvexistin. Mohleta asayî ji mêj bihuriye û diviyabû hilbijartin di Mijdara 2022’yan de bihata kirin. 

Her çendî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartinê wek 18’ê Mijdara 2023’yan diyar kiribe jî, ne diyar e wê hilbijartin di dema xwe de were kirin yan na. Ji ber ku pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê de bi taybetî pirsgirêka kursiyên dawî yên Parlamenê, hîna çareser nebûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.