Serdest û bindest nabin bira

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 10 Kanûn 2022 - 05:55

  • Sînemavanê Efrîkî Med Hondo bêhtir bi filma xwe ya “Soleil Ô” tê naskirin. Ew nerazîbûnên xwe yên li hember mêhtingeran bi zimanekî sînemayî yê tesîrker tîne ziman. Her wiha wî bi filmên xwe, nijadperest jî hetikandin û got, “Humanîzm, lihevkirin û biratiya di navbera serdest û bindestan de pûç û sexte ne!”

ARDÎN DÎREN

 

Derhêner û aktor Med Hondo, tevî sînemavanên navdar Osman Sembene û Souleyman Cisse yek ji pêşengên sînemaya Efrîka ye. Her wiha ew berdevkê “Filmçêkerên Efrîkayî” bû jî û ji bo birêxistinkirina sînemaya Efrîkî dixebitî. Adara sala 2019’an ji vê dinyaya gewrik konê xwe bar kir û çû. Diya wî ji Morîtanyayê û bavê wî ji Senegalê bû. Ji bo bibe aşpêj, ew ewilî diçe Fasê û li wir demekê perwerde dibe. Piştî perwerdeyê, weke karker diçe Fransayê. Li Marsîlya û Parîsê di gelek karan de dixebite. Ji ber ku ew penaber e, rastî muameleyên ne baş tê û heqdestê wî her tim ji yên Fransî kêmtir e. Dema ew van karan dike, gelek serpêhatiyên wî yên nexweş jî çêdibin. Gava ku di van karan de dixebite nijadperestiya Fransiyan ji nêz ve nas dike; nêzîkatiyên li hemberî wî, her roj bi bîra wî dixin ku ew karker û koçber e. Lê ya ji van tiştan xerabtir jî ew kesekî “reşik” e! Her wiha welatê ku lê dimîne jî ne welatê wî ye û ew biyanî ye! 

Med Hondo di dawiyê de van serpêhatiyên xwe dike senaryo û filma xwe ya yekem a bi navê “Soleil Ô” (1970) bi vî awayî çêdike. Ev filma wî di heman salê de li festîvala Cannesê tê nîşandan. Film li “Festîvala Filman ya Navneteweyî a Locarno” jî xelata filma herî baş digire. Piştî vê filmê ew di warê derhênerî û lîstikvaniyê de perwerde dibe û rêwîtiya wî ya sînemayê dest pê dike.

  

Serbixwebûna ku şaş hatiye fêhmkirin!

Di sînemayê de heta jê tê serbixwe tevdigere û xwe bi çêkerên sînemayê ve gire nade. Dema hin çêkêran jê xwest senaryoyên xwe biguherîne, cehnema wan kir bi gotina “Di diya xwe gano” û ev yek qebûl nekir. Ji lewre dizanibû heger wisa bike dê “serbixwe” nebe û nikaribe kapîtalîzm, serdest û mêhtingeran rexne bike. Ji ber van sedeman jî wî meseleya serbixwebûnê bi vî rengî şirove dikir, “Heger pergalek her roj me bieciqîne, em nikarin bibêjin em ´serbixwe´ ne. Kesên naxwazin li hemberî zextên pergalê bisekinin, xwe vedikişînîn qorziyekê û ji xwe re dibêjin, em sînemavanên ´serbixwe´ ne. Lê ev yek şaş e! Heger em weke kesên xweser tevnegerin û li hemberî pergalê nesekinin, dijmin dê ti carî nehêle em azad bibin.”

 

Berevajî sînemaya klasîk tevdigere

Med Hondo ji bo sînemaya bindestan û her wiha parzemîna Efrîka derhênerekî giring e, giringiya wî jî ji afirîneriya wî ye, ne ku ji tiştekî din! Ji bo ku bindestan bi awayekî dîtir nîşan bide zimanekî nû ava kir di sînemayê de. Hewldana wî ji bo zimanekî dîtir yê sînemayê heye û bindestan jî ne weke ku mêhtinger dixwazin, nîşan dide. Filmên wî ji bo civakên hatine mêhtin “belegeyên dîrokî” yên bi tesîr in. Her yek ji wan weke dersekê meriv dikare bide xwendin, nexasim jî filma “Soleil Ô”. Jixwe, sînemaya wî jî û zimanê ku di sînemayê de ava kiriye jî di navbera dîmenên belgeyî û fiction (xeyalî, sêwirandî) de dimînin. Ew bi zanebûn tercîheke bi vî rengî hildibijêre û zend û bendên xwe ji bo sînemayeke nûjen badide. Yanî ew li gor pîvanên sînemaya klasîk û tiştên wê yên ku li ser derhêneran ferz kiriye, filman çênake, berevajî vê yekê hemû pîvanên klasîk ên sînemayê serobino dike.

 

Bi filmên xwe nijadperestî hetikand

Med Hondo bi xwe jî paneberekî Efrîkî ye, li panaberiyê serpêhatiyên wî yên taybet çêbûne. Ezmûn û cerebeyên wî yên jiyanê bandorê li şêwaza çêkirina filmên wî jî kir. Şêwaza filmên wî cuda ne û xwedî gotinên nû ye.  Zimanê sînemaya wî jî zimanekî tekûz e û mişt aqilane ye. Sînema ji bo wî beriya her tiştî, ew amûr bû ku nijadperestiyê bihetikîne! Wî bi filmên xwe pêkûtiyên mêhtinger û dagirkeran şermezar kirin. Her wiha koçberên ku ji Efrîkayê çûne Ewrûpayê jî mijara filmên wî ne, wî di filmên xwe de berê awirê xwe biriye ser nerazîbûn û helwêstên li hemberî koçberên ku ji Efrîka çûne û li Ewrûpa bi cih bûne. Helbet ji bo van ditînen xwe nîşan bide, ew bi zimanekî afirîner ê sînemayî tevgeriya û ev yek nîşanî xelkê Ewrûpayî da; reşik jî dikarin bi qasî yên spî di hunerî de xurt bin û bîra hin tiştan bibin!

 

Ji bo filmê çêke mecbûrî dublajê dike

Med Hondo, ji bo karibe filmên xwe çêke, ji bo lîstikvanên Emerîkî dublaj dikir. Yanî bi dengê xwe pere bi dest xistin û ev pere jî ji bo filmên xwe bi kar dianî. Lê Med Hondo di vê meseleyê de behsa îroniyekê dike, “Min dengê reşikên di filmên Emerîkî de weke dublaj werdigerand Fransî. Lê tişta ecêb ew bû ku min qet nikaribû dengê lîstikvanên ne reşik dublaj bikira. Bi awayekî îronîk, ev yek ji min nedihat!”

 

Hebûna fikrên baş û tinebûna aboriyê

Med Hondo ji bo karibe filma xwe ya “Soleil Ô” çêke, salek û nîvê bi mûçe dixebite. Piştî salek û nîvê bi pereyên xwe yên ku kom kirine, filmê çêdike. Wî gelek filmên xwe jî bi vî awayî çêkirine û di heman demê de bûye çêkerê filmên xwe jî. Med Hondo di hevpeyvîneke xwe ya sala 1986’an de, derbarê rewşa sînemaya Efrîkayê de nirxandinên bi vî rengî dike; “Fikrên me yên baş hene, lê em nikarin filmên xwe fînanse bikin û di warê belavkeriyê de hema bêje, em tine ne! Mixabin pîşesaziyeke sînemayê ya ku destûrê bide em îmajên xwe biafirînin jî tine ye. Pîyase di destê şirketên Fransî û Emerîkî de ye, li Efrîkayê her roj li filmên Fransî û Emerîkî yên Hollywoodê tê temaşekirin. Lê televizyonên Fransî derbarê Efrîkayê de tiştekî nîşan nadin. Çareserkirina pirsgirêkên Efrîkayî ne kare Ewrûpiyan e, Efrîkî dê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin, ti îşê Ewrûpiyan bi vê meselê neketiye!”

 

Kompleksa şermkirina ji zimanê xwe!

Destpêka filma “Soleil Ô” balkêş e, Med Hondo di serê filmê de gotina xwe dibêje û aliyê ku lê disekine diyar dike. Jixwe, di dewama filmê de jî tişta dixwaze bîne ziman, rasterast tîne ziman û dibêje;  ew meseleya mêhtingeriyê şîlo nake. Sehneya yekem behsa asîmîlekirinê dike, keşeyek çend kesên Efrîkî bi navê Mesîh pîroz dike û wan dike Xirîstiyan. Tişta balkêş ew e ku kesên Efrîkî ji ber ku bi zimanê dayikê diaxivin, lêborîna xwe ji keşe dixwazin! Dibêjin, “Ji ber ku em bi zimanê xwe yê dayikê bi te re diaxivin, me bibexşîne.”  Yanî vê yekê ji bo xwe weke şermekê dihesibînin. Paşê jî keşe navê wan û ola wan diguherîne û bi vî awayî gava pêşî ya bişaftinê dest pê dike. Sehneyeke sade û ji rêzê ye, lê dîroka mêhtingeran bi kurtasî rave dike û tîne ziman. Di filmê de sehneyên bi vî awayî gelek in.

 

Çalakî û qîrîna sînemayî wî rehet dike

Med Hondo bi vê filma xwe hêrsa xwe di serê kapîtalîzm û mêhtingeriyê re derdixe û dilê xwe li wan rehet dike! Ew ji çîrokên “wekhevî” û “biratî”yê off bûye, ew bi filma xwe behsa çîrokekê dike ya ku berê kesî zêde nebihîstiye yan jî nexwestiye bibihîze! Her wiha henekê xwe bi çavsorî û nijadperestiye jî dike, jixwe di filma wî de; anîmasyon, dîmenên belgeyî, xewn, folklor, komedî û ajîtasyon-propaganda tev dibin zimanek û ev zimanê sînematîk ê xurt, hişmendiya mêhtingeran direcimîne. Ji ber wê, filma “Soleil Ô” dişibe manîfestoyeke bi tîn, weke şeqamekê, bi derb e. Piştî ku temaşevan vê şeqamê dixwin û ji ber filmê radibin jî cihê şeqamê yê ku rûyê merivî sor kiriye, her dimîne li şûna xwe. Med Hondo hestên xwe yên dema nivîsandina senaryoya filma “Soleil Ô” wiha derdibire, “Dema min ev senaryo nivîsand di hişê min de girseyeke temaşevanan tine bû. Ez li Fransayê bûm, wê demê û her roj ruhê min teng dibû ji ber nijadperestiyê. Diviyabû ez biqîriyama û min xwe rehet bikira. Ji ber wê, nivîsandina senaryoya filma ‘Soleil Ô’ weke çalakiyekê bû ji bo min. Çalakiyeke ku ji hêrseke rasteqîn ava bû û ez azad kirim.” Film bi gelek hêlên xwe dişibe filmên “Pêla Nû” ya sînemayê, lê cihê ye jî. Kesê film çêkirî, ne Ewrûpî ye û mijara filma wî jî ne ew mijarên di filmên Ewrûpî de ne! Filma “Soleil Ô” nimûneyeke filmên milîtanî ye; bi mijar, şêwaz û zimanê xwe, naşibe filmên din. Jixwe, dawiya filma wî jî îşaret bi berxwedan û şerê çekdarî dike. Li dawiya filmê wiha dinivîse “a suivre” yanî dê dewam bike… Ji ber vî awayî, filmeke serhildêr e û bi her awayî serbixwe ye. 

 

‘Humanîzm, lihevkirin û biratî pûç in’

Heger em Kurd ji xwe re li nimûneyên filman dinihêrin û dixwazin zimanekî xweser û resen ava bikin, hewce ye li em bala xwe bidin filmên Efrîkî û li wan temaşe bikin. Ji ber ku bi mijar û folklora xwe, sînemaya herî nêzîkî me, ev sînema ye. Divê em Kurd jî hinekî hay ji derûdora xwe hebin û rastiya li ber çavên me diqewime, bibînin û karibin bikin film. Naxwe, em bi ber bayê sînemaya serdestan a ku li her çar parçeyên Kurdistanê xwe bi rêxistin kiriye, bikevin, em ê nikaribin gavekê jî rê bikudînin! Di vî warî de divê em guh bidin Med Hondo û gotina wî ji bîr nekin, “Xwesteka çêkirina filmekî ji bo derhênerekî Efrîkî cuda ye, em nikarin weke Ewrûpiyan bifikirin. Sînema ji bo me amûreke bipêşveçûnê ye, jixwe çand û dîroka me jî nahêle em filmên weke yên Ewrûpiyan çêkin. Ji ber ku nihêrîn, şêweyên dîtinê û dîroka me vê rêyê nade me. Yanî ez nikarim niha filmeke weke ‘Star Wars” û “Apocalypse Now” bifikirim û çêkim. Ez tenê dikarim li rastiya civakî ya ku ya niha tê de dijîm, bifikirim. Rastiyeke civakî ya bi vî awayî heye; rojavayî niha êrîişî kesên bindest dikin û wan dikujin! Kesên dewlemend dixwazin hinekî din dewlemend bibin. Yanî ez dixwazim vî tiştî bibêjim; di navbera kesên feqîr û dewlemend, bindest û serdestan de humanîzm, lihevkirin û biratî tine ye! Hebe jî pûç û sexte ye.”

 

Çend film ji bo nifşên siberojê…

Med Hondo ew derhêner e ku bîra siberoja civak û welatê xwe jî dibe. Di vî warî de jî wiha derdibire, “Divê em karibin çend filman ji nifşên siberojê re bihêlin. Divê em di filmên xwe yên nîvco mayî de jî hafizeya xwe ya kolektîf û dîrokî biparêzin û qeyd bikin. Dema ku karker li Morîtanya li van filmên me temaşe kirin, divê karibin bibêjin, ‘Em naçin li Fransa naxebitin, em ê li welatê xwe bimînin, qet nebe li vir weke insanan muamele bi me re dibînin.’ Fransa her awayî li xwîna me dimije, vê yekê li kesên weke min yê çermreşik dikin. Ez pirr dixwazim siberojê yek derkeve û bibêje, ‘Ax! Hûn camêrên Fransî, we ew kesên ku ji bo xebatê hatin Fransayê kuştin! Piştî ku kapîtalîzm bi pêş ket jî we karkeran ango koleyên modern li welatên wan vegerand.’”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.