Şer gur dike Kokaînê difiroşe

În 6 Gulan 2022 - 22:18

  • Doh ajansa Fransî AFP’ê nûçeyek belav kir. Li gorî wê li Ewrûpayê bazara kokaîn û metafetamînê xweş bûye û sedem jî bazirganên wê êdî wê bêhtir dibin Ewrûpayê. 

Doh ajansa Fransî AFP’ê nûçeyek belav kir. Li gorî wê li Ewrûpayê bazara kokaîn û metafetamînê xweş bûye û sedem jî bazirganên wê êdî wê bêhtir dibin Ewrûpayê. 

Sala 2020’an 216,6 ton kokaîn li Yekîtiya Ewrûpa, Norwêc û Tirkiyeyê hatin girtin. Buhayê vê kokaîna hatiye girtin, 11 milyar dolar bûye. 

Texmînî li YE´yê 14 milyon mirovên 15 ta 65 salî kokaîn ceribandine. 

Axir li ku bê girtin bila bê girtin, para bêhtir yan rayedarên Tirk, yan bazirganên Tirkiyê yan jî şirketên Tirk di nava meselê de hene.  

Di salên 1990´î de jî dewleta Tirk ji bo fînansekirina operasyonên xwe yên komelkuj û li dijî hiqûqa navneteweyî, narkotîk û madeyên hişbir bi riya bazirganên xwe difirotin bazarên li Ewrûpayê. 

Polêsê Kantona Fribourgê pêr wêneyên kokaîna di nava kîsên qehweyê de hatî zeftkirin, parve kiribûn û AFP´ê jî îro behsa zêdebûna bazirganiya narkotîkê kir.   

NAVENDA NÛÇEYAN   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.