Şer divê li bajarên Tirkiyê be 

Şemî 2 Tîrmeh 2022 - 16:05

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Divê gelê Kurd bi ruhê seferberiyê tevlî pêngava şoreşgerî bibe. Heger gelê Kurd ji berxwedana gerîla sûdê wergire, em ê azadiya xwe misoger bikin. Em vî şerî li hemû bajaran belav bikin." 

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim di bernameyeke Medya Haberê bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal.

Ayten Dersim, asta ku berxwedana 50’î salî ya PKK'ê nirxand û got, "Ji roja destpêkê ve me baweriya ku gelê Kurd dikare bi azadî bijî ava kir û şitlê wê me danî. Îro ew bawerî geş bû û berhemê dide. Rastiya Zîlan êdî bi rûh bûye û di pratîkê de xwe dide der. Erka me ew e ku em tevlî berxwedana hêzên me yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin."

Dersim ji bo têkçûna dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê got , "Ev çiya, çiyayên me ne, em zarokên van çiyayan in. Hêzeke çete, leşkerekî Tirk ku hêza wî ya şer nemaye, nikare xwe li Zagrosan bigire."

Ayten Dersim da xuyakirin, ku divê gelê Kurd bi ruhê seferberiyê tevlî pêngava şoreşgerî ya ku Tevgera Azadiya Kurd bibe û got, "Divê gelê Kurd ji berxwedana gerîla îlhamê bigire û berxwedanê mezin bike. Divê em azadiyê misoger bikin. Ji ber vê yekê, divê em karibin şer li bajaran hemûyan belav bikin. Dilsoziya ji bo Zîlan, Zîlanbûn, li ser xeta Zîlan meşê îfade dike."

Ayten Dersim 3’emîn salvegera şehadeta hevrêya xwe Leyla Agirî jî bi bîr anî û got, "Heval Leyla di gelek qadan de cih girt. Fermandara YJA Starê bû, cihê xwe di yekemîn xebatên Jineolojiyê de girt. Ji bo ku di hemûyan de bi ser bikeve gelekî kêfxweş bû, helwêsta wê ya di têkoşîna jinê de gelekî zelal bû. Hevaleke ku lêpirsînên navxweyî yên xurt dikir û bi têkoşîna xwe ya hundirîn di têkoşîna jinê de bi kûrahî tevlî bû.”

 

Xiyanetkar wê hesa bidin

Endama Koordînasyona PAJK'ê  Ayten Dersim di dawiyê de got, PDK'ê li dijî PKK'ê bi dewleta Tirk a faşîst re hevkariyê dike û xwest Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd vî şerê qirêj rast fêhm bike û berxwedan û têkoşîna li dijî xeta xiyanetê weke têkoşîna bingehîn bibîne.

Ayten Dersim got, her kesê sîxurtiya dewleta Tirk-PDK'ê bike, îstîxbaratê bide û destê xwe di xwîna Kurdan de hebe, wê hesab jê were pirsîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.