• Hunermendan li Amed û Mêrdînê qedexekirin û astengkirina stran û muzîka Kurdî bi destê polêsên Tirk şermezar kir. 

Hunermendan li Amed û Mêrdînê qedexekirin û astengkirina stran û muzîka Kurdî bi destê polêsên Tirk şermezar kir. 

Li Amedê bi pêşengiya saziyên çand û huner û ziman, astengkirina stranbêjên Kurdî li Kolana Îstîklal a Stenbolê, bi destê polêsên Tirk şermezar kir.

Hunermendên Akademiya Ma Musicê, Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê, rêveberên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Rêxistina HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, nûnerên rêxistinên sivîl li Kuçeya Huner kom bûn û qedexekirin û astengkirina stranên kurdî protesto kir. 

Hunermendan li erbaneyê da û stranên Kurdî gotin. Li ber dengê erbanê û stranan govend hat gerandin û welatiyên derdorê jî bi çepikan pişgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hat gotin. 

Qedexeyê ti carî qebûl nakin

Xebatkarên Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê ya li Mêrdînê jî çûn pêşberî Medreseya Zîncîriyeyê û stranên bi Kurdî gotin û zextên li ser ziman û hunera Kurdî şermezar kirin. Aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê jî piştgirî dan hunermendan. Jinan di çalakiyê de stran gotin. Wan got, ew ê qedexekirina stranên Kurdî ti carî qebûl nekin. 

Hevseroka Rêxistina HDP’a Mêrdînê, Perîxan Agaoglu got, “Li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî êrişên mezin hene. Ev qedexe û astengî nayên qebûlkirin û em ê ti carî qebûl nekin. Divê her ziman, her ol û her reng bi xwe bimîne û hebûna wî were parastin. Em pirr zelal û eşkere bang dikin û dibêjin, divê êdî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”

MÊRDÎN/AMED