Şengal xurt bû vegerin warê xwe!

Şemî 23 Kanûn 2023 - 15:48

  • Qasim Keşko: Nînowa weke bexçeyekî bi pirr gul û kulîlkan e. Em ê li vir siyaseta neteweya demokratîk bimeşînin. Da ku em tişta pêwîst bidin xelkê. Em exlaqekî siyasî yê cihê bidin meşandin, ne kîn, nîfrîn û cudabûnê ava bikin.

LUQMAN GULDIVÊ

Piştî ku namzetê ku Xweseriya Şengalê jî destek didayê yê ji Lîsteya Yekîtiya Gelan, Qasim Keşko ji me re got, ew ê ji bo vegera Şengaliyan misoger bikin, zend û bendan badin, îdareyeke baş a Şengalê rûnênin, û ji bo qebûla Xweseriya Şengalê ya fermî ew ê bixebitin.  

Qasim Keşko ji rêjeya tevlîbûnê ne zêde razî bû û got, “Hêviyeke me ya mezin hebû ji bo em vê carê bi ser bikevin. Ji ber ku di rewşa Şengalê de guhertinên mezin hebûn. Siyaseta ku ji bo milet hat meşandin coşeke baş dida me. Helwêsta milet jî pirr baş bû. Me bi xwe hêvî dikir dengê me zêdetir bibe; lê milet tevlî nebû, hilbijartinan cidî nabîne. Lê ya muhim serketin bû û me serketin bi dest xwe anî.”

Ji bo beşdarnebûna hilbijartinê li kampan jî, Qasim Keşko dibêje, ji ber ku zexta PDK´ê nebû, xelkê jî dengê xwe neda wê, ji bilî wan dengê ku bi pereyan kirrî: “Li kampan vê carê tevlîbûna xelkê ya hilbijartinê kêm bû. Bû bersiv ji hizbên Kurdî, Başûrê Kurdistanê re. Hisê xelkê beramberî wan ne baş in. Ev bersiveke yekser taybet ji boyî PDK´ê. Ev bersiva milet pirr baş bû. Ji ber wê rêjeya tevlîbûnê nebû ji sedî 30 jî. Ya din jî saziyên navneteweyî hebûn, wan çavdêrî dikirin û kamerayên çavdêriyê li ser kampan hebûn. Yanî zexta ji bo hilbijartinê li milet nehat kirin. Her dîsa jî insanên îradeya wan tine, bêhêvî, dengên wan hatin kirrîn, kadirên PDK´ê çûn malên milet û dengên hinan kirrîn.” 

 

Ji bo meslehetê Şengalê û Êzîdiyan

Ji bo xebatên ku ew ê li encûmena parêzgehê bikin, Qasim Keşko dibêje, “Ji lîsteya me du kes hatin hilbijartin, yek jê ez im, yek jê li aliyê Başîqa ye, û yê din jî ez im, li Şengalê hatim hilbijartin. Kesekî sêyem ji kota Êzîdiyan hat hilbijartin, lê ew ser bi lîsteya aliyên Şîa ve ye. Yanî ne ku aliyekî meslehetên Êzîdiyan dabin pêşiya xwe. Yekê din jî, li aliyê Şêxan, jineke Êzîdî a di lîsteya PDK´ê de ji kotaya jinan hat hilbijartin. Bi vî awayî ji 29 encûmenên parêzgeha Nînowayê 4 Êzîdî ne.

Em her du kesên ji lîsteya me, xwedî plansazî ne ji bo vegerandina xelkê û avadankirina wê. Lê ji bo wan her du endamên din ên encûmenê, em zêde piştrast nînin, ka helwêsta wan kesan ji bo xelkê Şengalê çilo ye. Ji ber ku ya ji aliyê PDK´ê, ji Şêxan e, belkî ew nikaribe bi îradeya xwe ji bo mesleheta gelê Êzîdî û nexasim miletê Şengalê.

Yê Başîqa û Behzanî ye, ew li ser lîsteya me ye; ew ser bi YNK´ê ye û helwêsta YNK´ê van salên dawiyê ji bo Şengalê pirr baş e. Ew jî hatin ketin nava tifaqa vî gelî. Em niha dixwazin vê tifaqê xurttir bikin ji bo hilbijartinên parlamenê; û gava tifaq hebe, em bi ser bikevin.”

 

Dixwazin parlamenteran bişînin Bexdayê

Li ser pirsa ka gelo ji bo qebûla xweseriya Şengalê ew ê çi bikin, Qasim Keşko dibêje, “Li gorî destûra Iraqê, nasnameyên cihê, miletên cihê, diyanetên cihê dikarin xweser bin. Herçî Xweseriya Şengalê ye, em ê hewl bidin ku li cem dewletê jî fermî bibe. Em her wiha hewl bidin ku qeweta milet a eskerî jî hem li Mûsilê û hem jî li Bexdayê qebûl bibe. Wekî din wê bibe ji karên me yên sereke ku li gorî derfetên xwe û selahiyeta encûmenên meclîsa şaredar îdareyeke Şengalê bête danîn û Şengal bête avadankirin.

Heger ev tifaqa me dewam bike û em karibin 2 ta 3 kesan binihêrin parlamena Iraqê, ew jî wê ji encûmenan re bibin qewet li wir. Zêdetir karin fermiyeta xweseriya Şengalê û her wiha hêzên eskerî û emnî yên Şengalê de fermî bibe hem li Bexda û Mûsilê.”

 

Peymana 9´ê Cotmehê pûç e

Li ser tesîrên peymana 9´ê Cotmehê ya li dijî Şengalê, Qasim Keşko dibêje, ew pûç û betal e: “Em ê li ber peymana 9´ê Cotmehê rabin, em ê li encûmena parêzgehê jî wê red bikin. Ew tifaq, a dema hikûmeta Kazimî bû. Ew peyman beriya çêbe, tinebû, heta niha pêknehat û wê pêk neyê jî. Niha me di encûmena parêzgehê de cihê xwe girtiye, wekî din aliyên din jî li Mûsilê û li Bexdayê qebûl nakin. Em ti caran qebûl nakin ku bêyî şêwra milet û bêyî raya milet, bazar bên kirin.”

 

Ji bo vegera xelkê

Li gorî Qasim Keşko sedema sereke ya venegeriyana xelkê Şengalê ji kampan, nebûna îdareya wê ye: “Niha Şengal bê îdare ye. Şaredariya wê, qeymeqamê wê, hemû ji derve ne, li aliyê Başûrê Kurdistanê xebero kar dikin. Dema me cihê xwe li encûmenê girt, em ê îdareyeke baş ava bikin. Ev îdare wê kar bike, da ku derî vebe ji xelkê me re da ku insanên bixwaze vegere Şengalê. Helbet lîstik hene li ser insanên me yên di kampan de û belkî hinek ji wan careke din venegerin. Lê pa nisba mezin wê derî li wan vebe ku vegerin. Em ê bikin ku kar hebe ji miletê me re.

Li aliyê din di warê ewlehiyê de em ê hewl bidin ku hêzên halê hazir li Şengalê hene, bên gel hev, odeyeke wan hebe ku nîzameke wan hebe û meseleyên derdikevin bêtin halkirin. Parastina xelkê wê bibe nuqteya herî sereke.

Yek ji sedemên venegera xelkê ev hilbijartinên encûmenan bûn. Ji bo PDK´ê ez bibêjim, ev mirovên li kampan ne di kampan de ne, lê girtiyên li hepsên servekirî ne. Wan insanan ji bo xwe bi kar tînin ji bo hilbijartinan û karên din, siyaseteke bêexlaq dikin.”

 

Siyaseta neteweya demokratîk

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Qasim Keşko dibêje, ew ê siyaseta xwe ji bo tevahiya Nînowayê bikin û li ser esasê neteweya demokratîk, ew ê bixebitin: “Em ê siyaseta xwe li gorî pêwîstiyên parêzgeha Nînowa bikin. Li gorî rewşê em ê binihêrin ka siyaseta lîsteyên di encûmenê de çawa ye, berê wan bi ku ve ye. Ya me bi xwe, em cudahiyê naxin navbera ti insanan, hema ku insanê qenc be em ê kar bikin. Herêma Nînowa, hewcedarî wan mirovan e ku karibe guh bide her kesî, li her kesî bihisîne, li netewe, mezheb û olên cuda bihisîne. Nînowa weke bexçeyekî bi pirr gul û kulîlkan e. Em ê li vir siyaseta neteweya demokratîk bimeşînin. Da ku em tişta pêwîst bidin xelkê. Em exlaqekî siyasî yê cihê bidin meşandin, ne kîn, nîfrîn û cudabûnê ava bikin.”

 

Vegerin welatê xwe

Di dawiyê de Qasim Keşko bang li Şengaliyên li Ewrûpayê kir da ku vegerin welatê xwe yan jî destekê bidin avadankirina wê: “Cihê ku me Êzîdiyan ji xwe re kiriye welat, Rojhilata Navîn e, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji xwe re kirine welat. Çi Bakur, Başûr û Rojava, çi Şengal, ev der axa me ye, welatê me ye, esasê me ye. Insanê bê welat, winda ye. Li darê dinyayê mala kesî nabe mala yê din. Herçî insanê bixwaze vegere, derî lê vekirî ye. Insanê bixwaze arîkar be, deriyê arîkariyê lê vekiriye. Hêviya me ji miletê yê li Ewrûpayê heye ku bibin piştgir ji me re da ku em karê xwe li vir xurt bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.